Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Yekîtiya Bedenê 
1
Îcar ez yê ku di ber Xudan de girtî me, ez ji we hêvî dikim ku hûn di jiyana xwe de bi awayê ku hêjayî gazîkirina we ye, rêve herin.
2
Di hezkirinê de bi hemû nefsbiçûkî û nermiyê bi bîhnfirehî hevdû ragirin.[a]
3
Xîretkêşiyê bikin ku hûn yekîtiya Ruh bi hevgirêdana aştiyê biparêzin.
4
Wek ku Xwedê hûn gazî yek hêviyê kirine, beden yek e, Ruh yek e
5
Xudan yek e, bawerî yek e, imad* yek e.
6
Xwedê yek e, bavê hemûyan e; ew di ser hemûyan re ye, bi hemûyan re ye û di nav hemûyan de ye.
7
Û li gor pîvana diyariya Mesîh ji her yekî ji me re kerem hat dayîn.
8
Loma dibêje:
«Gava ku hilkişiya, derket jor,
Hêsîr* li pey xwe birin,
Û diyarî dan mirovan.»[b]
9
Ev «derket jor» tê mana çi? Dixwaze bêje ku pêşî ew daketibû derên erdê yên jêr.
10
Yê ku daketiye û ji bo ku her tiştî tije bike derketiye jor, di ser hemû ezmanan re eynî ew e.
11
Wî bi xwe diyarî da, ku hinek bibin Şandî, hinek pêxember, hinek mizgînvan, hinek jî şivan û mamoste,
12
da ku yên pîroz ji bo xebata xizmetkirinê bên rapêçan û bedena Mesîh bê avakirin
13
heta ku em hemû bigihîjin yekîtiya bawerî û naskirina Kurê* Xwedê û bibin mirovê gihîştî, bigihîjin pîvana bejna Mesîh a temam û tije.
14
Da ku êdî em nebin zarokên ku bi pêlan vir ve û wê ve tên kişkişandin, li ber her bayê hîndariya mirovên xapînok diçin û bi qurnaziya hîlekariyên wan ji rê derdikevin.
15
Lê em bi hezkirinê rastiyê bêjin, di her tiştî de ber bi wî ve mezin bibin ku serî ew e, Mesîh e.
16
Bi wî hemû beden hevdû digire û bi alîkariya her movikê girêdayî ye; bi wî her endam li gor qeweta xwe dixebite û bi vî awayî beden mezin dibe û di hezkirinê de tê avakirin.[c]
Jiyana Kevin û ya Nû 
17
Loma ez vê dibêjim û bi navê Xudan li ser disekinim: Êdî wek miletên din ên ku di fikirîna xwe ya pûç de rêve diçin, hûn neçin.
18
Têgihîştina wan tarî ye; ew ji ber xeşîmî û hişkîtiya dilê xwe, ji jiyana Xwedê re biyanî ne.
19
Wan her pêhesîn winda kiriye û ji bo ku bi çavbirçîtî her pîsîtiyê bikin, xwe dane destê bêedebiyê.
20
Lê we Mesîh bi vî awayî nas nekir.
21
Bêguman we li ser wî bihîstiye û hûn li gor wî hatine hînkirin, wek ku rastî bi Îsa ye,
22
ku hûn mirovê kevin ê li gor jiyana we ya berê, ku bi xwestekên xapînok dirize, ji ser xwe bavêjin[d]
23
û di ruh û hişê xwe de nû bibin
24
û mirovê nû li xwe bikin ê ku di rastdarî û pîroziya rastiyê de li gor Xwedê hatiye afirandin.[e]
25
Loma derewan ji xwe dûr bixin û «her yek ji we bi cîranê xwe re rastiyê bipeyivin,»[f] çimkî em endamên hev in.
26
«Hêrs bibin, lê guneh nekin;»[g] bila roj li ser hêrsa we neçe ava.
27
Ne jî rê bidin Îblîs.
28
Yê ku dizî kiriye, divê êdî diziyê neke, lê bila bi destê xwe tiştê qenc bike û bixebite, da ku tiştekî wî hebe ku bide yê hewcedar.
29
Bila qet gotina xerab ji devê we dernekeve, lê belê ji bo perwerdekirinê çi qenc e – wek ku lazim e – wê bêjin, da ku ew ji guhdaran re keremdar be.
30
Ruhê* Xwedê yê Pîroz ê ku hûn ji bo roja rizgariyê bi wî hatine morkirin, xemgîn nekin.
31
Bila bi her xerabiyê re her tehlî, hêrs, xezeb, qîrîn û buxtan ji we dûr kevin.
32
Li hember hev keremdar û dilovan bin û wek ku Xwedê bi Mesîh li we bihûrtiye, li hevdû bibihûrin.[h]
  1. a. 4:2 Kolosî 3:12-13
  2. b. 4:8 Ji: Zebûr 68:18
  3. c. 4:16 Kolosî 2:19
  4. d. 4:22 Kolosî 3:9; Romayî 6:6
  5. e. 4:24 Kolosî 3:10
  6. f. 4:25 Ji: Zekerya 8:16
  7. g. 4:26 Ji: Zebûr 4:4
  8. h. 4:32 Kolosî 3:13