Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
1
Ji bo vê yekê, wek zarokên delal mîna Xwedê bikin.
2
Çawa ku Mesîh ji me hez kir û ji bo me xwe feda kir û xwe wek pêşkêş û goriyeke* bîhnxweş pêşkêşî Xwedê kir, hûn jî wusa di hezkirinê de rêve herin.
3
Bi awayê ku li pîrozan tê, divê di nav we de, navê fuhûşiyê û her cûreyê nepakî an çavbirçîtiyê qet neyê gotin jî.
4
Û divê peyivîna bêedebî û bi ehmeqî, an henekên zir, yanî tiştên ku ne hêja ne, nebin, lê hê bêtir hûn şikirdar bin.
5
Vê yekê qenc bizanin ku di Padîşahiya Mesîh û Xwedê de mîrasa tu mirovê fuhûşker, nepak an jî mirovê çavbirçî yanî pûtperest*, tune.
Zarokên Ronahiyê 
6
Bila tu kes we bi peyvên pûç nexapîne, çimkî xezeba Xwedê ji ber van tiştan tê ser kurên neguhdariyê.
7
Îcar hûn nebin hevparên wan.
8
Demekê hûn tarîtî bûn, lê niha hûn bi Xudan ronahî ne. Îcar wek zarokên ronahiyê rêve herin,
9
ji ber ku berê ronahiyê di her qencî, rastî û rastdariyê de ye.
10
Tiştê ku li xweşa Xudan diçe, kifş bikin.
11
Nebin hevparên karên tariyê yên bêber, lê hê bêtir wan tiştan eşkere bikin.
12
Çimkî tiştên ku ew bi dizî dikin, eyb e ku bên gotin jî.
13
Lê her tiştê ku dikeve ber ronahiyê, xuya dibe.
14
Çimkî her tiştê ku xuya dibe, ronahî ye. Loma tê gotin:
«Ey yê ku radize, hişyar bibe!
Ji nav miriyan rabe û
Mesîh wê ji te re bibiriqe.»[a]
15
Loma bala xwe bidinê ka hûn çawa rêve diçin, ne wek ên neşehreza, lê belê wek ên şehreza herin.
16
Îcar ji fersenda vê demê îstifade bikin, çimkî roj xerab in.[b]
17
Loma ne bêaqil bin, lê belê fêm bikin ka daxwaza Xudan çi ye.
18
Û bi şerabê serxweş nebin, di wê de bêedebî heye; lê bi Ruh tije bibin.
19
Ji hev re Zebûr, lavije* û stranên ruhanî bêjin, di dilê xwe de ji Xudan re stran û lavijeyan bistrînin.[c]
20
Hergav ji bo her tiştî bi navê Xudanê me Îsa Mesîh ji Bav Xwedê re şikir bikin.
Têkiliyên Navmalê 
21
Bi tirsa Mesîh bi ya hev bikin.
22
Ey jinno! Wek ku hûn bi ya Xudan dikin, wusa bi ya mêrê xwe bikin.[d]
23
Çimkî çawa Mesîh serê Civînê ye, mêr serê jinê ye û Mesîh bi xwe Xilaskarê Civînê, yanî bedenê ye.
24
Îcar çawa ku Civîn bi ya Mesîh dike, bila jin jî bi vî awayî di her tiştî de bi ya mêrê xwe bike.
25
Ey mêrno! Wek ku Mesîh ji Civînê hez kir û xwe di ber wê de feda kir, bila her kes ji jina xwe hez bike.[e]
26
Wî xwe feda kir, da ku Civînê bi peyva xwe pîroz bike û bi şuştina avê paqij bike,
27
da ku Civînê bi rewneqiya* wê ve pêşkêşî xwe bi xwe bike, ku tu leke an qermîçek an tiştekî wek van li ser wê nebe, lê belê ew pîroz û bêleke be.
28
Bi vî awayî her mêr jî deyndar e ku wek bedena xwe, ji jina xwe hez bike. Yê ku ji jina xwe hez dike, ji xwe hez dike.
29
Çimkî tu kesî, tu caran ji bedena xwe nefret nekiriye, lê ew bedena xwe xweyî dike û xema wê dixwe, wek ku Mesîh jî Civînê xweyî dike û xema wê dixwe.
30
Çimkî em endamên bedena wî ne.
31
«Loma mêr wê dê û bavê xwe berde, bi jina xwe re bibe yek û herdu jî wê bibin bedenek.»[f]
32
Ev sir mezin e; lê ez vê li ser Mesîh û li ser Civînê dibêjim.
33
Loma bila her yek ji we jî wek ku ji xwe hez dike, ji jina xwe hez bike û bila jin siyaneta* mêrê xwe bigire.
  1. a. 5:14 Binêre: Îşaya 26:19; 60:1
  2. b. 5:16 Kolosî 4:5
  3. c. 5:19 Kolosî 3:16-17
  4. d. 5:22 Kolosî 3:18; Petrûs I, 3:1
  5. e. 5:25 Kolosî 3:19; Petrûs I, 3:7
  6. f. 5:31 Ji: Destpêkirin 2:24