Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Em Baldar Bin 
1
Ji ber vê yekê divê em hê zêdetir bala xwe bidin tiştên ku me bihîstine, da ku em averê* nebin.
2
Çimkî eger peyva ku bi rêberiya milyaketan hatiye gotin qayîm bûbe û her sûc û neguhdariyê cezayê ku heq kiriye standibe,
3
eger em li ber vê xilasiya evqas mezin xemsar bin, emê çawa birevin û xilas bibin? Di destpêkê de Xudan ev xilasî da zanîn û ji aliyê yên ku ew bihîstine ve ji me re rast hat deranîn.
4
Xwedê jî ji vê re bi nîşanan, bi karên mezin û kerametên cûr bi cûr û bi diyariyên Ruhê* Pîroz ên ku li gor daxwaza xwe belav kirine, şahidî kir.
Kur Bû Bira 
5
Xwedê, wê dinya bê ya ku em li ser dipeyivin, bi milyaketan ve girê neda.
6
Lê yekî li derekê gotiye û şahidî kiriye:
«Mirov çi ye ku tu bînî bîra xwe,
An jî kurê mirov çi ye ku tu xema wî bixwî?
7
Te ew ji bo demekê ji milyaketan nizimtir kir,
Te taca rûmet û siyanetê* da serê wî.[a]
8
Te her tişt xist bin lingên wî.»[b]
Îcar gava ku Xwedê her tişt xist bin lingên wî, tu tiştê ku nexist bin lingên wî nehişt. Lê niha em hê nabînin ku her tişt ketiye bin lingên wî.
9
Lê em Îsayê ku ji ber cefayê mirinê taca rûmet û siyanetê wergirtiye, dibînin. Ew ji bo demekê ji milyaketan hat nizimtir kirin, da ku bi kerema Xwedê ji bo her kesî mirinê tam bike.
10
Li ber Xwedayê ku her tişt ji bo wî ye û pê çêbûye baştir bû ku pêşengê xelasiyê bi cefayan bigihanda tekûziyê, da ku wî gelek kur bigihandana rûmetê.
11
Çimkî yê ku pîroz* dike û yên ku tên pîrozkirin, hemû ji Yekî ne. Ji ber vê yekê Îsa şerm nake ku ji wan re bêje ‹bira›
12
û dibêje:
«Ezê navê te ji birayên xwe re bêjim,
Di nav civînê de ezê bi lavijeyan* pesnê te bidim.»[c]
13
û weha jî dibêje:
«Ezê ewlehiya xwe bi wî bînim.»[d]
û weha jî:
«Va me, ez û zarokên ku Xwedê dane min!»[e]
14
Loma çawa ku zarok xwîn û goşt in, ew bi xwe jî wusa di eynî tiştan de bû hevpar; da ku ew wî yê ku xwediyê hêza mirinê ye, yanî Îblîs, bi mirinê betal bike
15
û wan ên ku di hemû jiyana xwe de bi tirsa mirinê bûne xulam, azad bike.
16
Çimkî, bêguman ew ne alîkariya milyaketan, lê belê alîkariya dûndana* Birahîm* dike.
17
Loma diviya di her tiştî de bibûya mîna birayên xwe, wusa ku ew li ber Xwedê Serokkahînekî dilovan û ewledar be, da ku gunehên gel bide bexişandin.
18
Ji ber ku ew bi cefakişandinê hat ceribandin, ew dikare bê hawara wan ên ku tên ceribandin.
  1. a. 2:7 Di hin destnivîsaran de li dawiyê ev jî heye: «Te ew danî li ser karên destê te.»
  2. b. 2:6-8 Ji: Zebûr 8:5-7
  3. c. 2:12 Ji: Zebûr 22:22
  4. d. 2:13 Ji: Îşaya 8:17
  5. e. 2:13 Ji: Îşaya 8:18