Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Îsa Serokkahînê Peymana Çêtir e 
1
Niha, ji wan tiştên ku em dibêjin ya sereke ev e: Serokkahînekî me yê weha heye yê ku li ezmanan, li milê rastê yê textê Bilindahiyê rûniştiye.
2
Ew karbidestê pîrozgehê, yanî konê rastîn e, ku ne mirovan, lê Xudan daniye.
3
Çimkî her serokkahîn ji bo pêşkêşkirina diyarî û goriyan tê destnîşankirin. Ji bo vê yekê divê tiştekî ku Serokkahînê me jî pêşkêş bike hebe.
4
Eger ew li ser dinyayê bûya, ew bi xwe nedibû kahîn, çimkî ji xwe yên ku li gor Şerîetê diyariyan pêşkêş dikin, hene.
5
Evên ha di vê Perestgehê* de xizmetê dikin a ku sûret û siya ya ezmanî ye. Çimkî gava ku Mûsa li ber çêkirina konê perizînê bû, ji aliyê Xwedê ve weha hat hişyarkirin: «Binêre ku tê her tiştî li gor mestereya* ku li çiyê ji te re hatiye nîşandan çêkî.»[a]
6
Lê Îsa xizmeteke hê bilindtir stand wek ku ew jî navberkarê peymaneke hê çêtir e, çimkî ew peyman li ser sozên çêtir hatiye danîn.
7
Eger ew peymana pêşî bêkêmahî bûya, hewcedarî bi ya diduyan nedima.
8
Lê Xwedê gelê xwe biqusûr dibîne û dibêje:
«Xudan dibêje: ‹Va ye, roj tên
Ku ezê bi mala Îsraêl re
Û bi mala Cihûda* re
Peymaneke Nû girêdim.
9
Ne wek wê peymana ku min
Bi bav û kalên wan re girêda,
Peymana wê roja ku min destê wan girt,
Ku ez wan ji diyarê Misrê derînim.›
Xudan dibêje:
‹Çimkî ew di peymana min de neman,
Min jî ji bo wan xem nexwar.›
10
Xudan dibêje: ‹Piştî wan rojan
Peymana ku ezê bi mala Îsraêl re girê bidim ev e:
Ezê qanûnên xwe bixim hişê wan
Û ezê wan li ser dilê wan binivîsim.
Ezê bibim Xwedayê wan,
Û ew jî wê bibin gelê min.
11
Êdî tu kes hemwelatiyê xwe,
Û tu kes birayê xwe hîn nake
Û nebêje: ‹Xudan nas bike!›,
Çimkî ji yê biçûk heta yê mezin
Ew hemû wê min nas bikin.
12
Çimkî ezê li hember neheqiyên wan dilovan bim
Û êdî ez gunehên wan tu caran naynim bîra xwe.›»[b]
13
Bi gotina «Peymana Nû», Xwedê ya pêşî kevin kiriye. Îcar ya ku kevnar û kevin bûye, li ber windabûnê ye.
  1. a. 8:5 Ji: Derketin 25:40
  2. b. 8:8-12 Ji: Yêremya 31:31-34