Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Perestgeha Dinyayî û ya Ezmanî 
1
Erê, di peymana pêşî de jî qanûnên perizînê* û Perestgeha li ser dinyayê hebû.
2
Konek hatibû danîn: Di beşê wî yê pêşî yê ku jê re Cihê Pîroz digotin de şamdank, sifre û nanê* pêşberiyê hebû.[a]
3
Di pişt perda diduyan de, di hundir de, Cihê Herî Pîroz hebû.[b]
4
Gorîgeha zêrîn ya şewitandina bixûrê* û Sindoqa* Peymanê ya ku ji her aliyî ve zêrkirî bû tê de bûn. Di hundirê sindoqê de şerbikê Manna* yê zêrîn, şivdarê Harûn ê bişkivî û nivîsdekên Peymanê hebûn.[c]
5
Li ser sindoqê Kerûbên* rûmeta Xwedê yên ku li bexişîngehê* dikirin sî hebûn. Lê niha em nikarin yek bi yek li ser van bipeyivin.[d] [e] [f]
6
Ev tişt weha hatibûn sazkirin. Kahîn her car diketin beşê pêşî yê kon û xizmeta xwe dikirin.[g]
7
Lê heçî beşê hundir e, salê carekê bi tenê Serokkahîn dikeve wî. Lê bêyî wê xwîna ku di ber wî û di ber gunehên gel ên bêhemdî de tê pêşkêşkirin, ew jî nikare bikeve wî.[h]
8
Ruhê Pîroz bi vê yekê nîşan dide ku, heta konê pêşî bimîne, riya ku diçe Cihê Herî Pîroz hê nehatiye eşkerekirin.
9
Ev ji bo dema niha mînakek e. Diyarî û goriyên ku tên pêşkêşkirin, nikarin wijdana mirovê ku diperize paqij bikin.
10
Ew bi tenê bi xwarin, vexwarin û şuştinên cûr bi cûr ve girêdayî ne û qanûnên dinyayî ne yên ku heta wextê sazûmana nû dimînin.
11
Lê gava Mesîh, Serokkahînê tiştên qenc ên ku hatine, xuya bû, ew derbasî konê hê mezintir û hê tekûztir bû, ku ne bi destan hatiye çêkirin, yanî ne ji vê dinyayê ye.
12
Ew ne bi xwîna nêrî û golikan, lê belê bi xwîna xwe, bi carekê ket Cihê Herî Pîroz û rizgariya herheyî peyda kir.
13
Çimkî, eger xwîna nêrî û conegayan û xweliya noginan* li yên murdar* bê reşandin û wan paqij bike,[i]
14
hingê xwîna Mesîhê ku bi Ruhê herheyî xwe bêleke pêşkêşî Xwedê kiriye, wê hê çiqas zêdetir wijdana me ji kirinên* mirî paqij bike, da ku em biperizin Xwedayê jîndar!
Xwegorîkirina Mesîh Guneh Dûr Kirin 
15
Ji bo vê yekê Mesîh navberkarê Peymana Nû ye, da ku yên hatine gazîkirin, mîrasa herheyî ya ku hatiye sozdan bistînin. Çimkî mirina wî berdêla wan sûcan e yên ku di dema peymana pêşî de hatin kirin.
16
Heçî wesiyet e, divê mirina yê ku wesiyet kiriye kifş bibe.
17
Çimkî wesiyet piştî mirinê tê cih. Heta yê ku wesiyet kiriye sax be, desthilatiya wê tune.
18
Loma peymana pêşî jî bê xwîn nehat girêdan.
19
Çimkî piştî ku Mûsa her emrê Şerîetê ji tevahiya gel re got, bi hiriya sor û bi çiqilê gûrizê* xwîna nêrî û conegayan bi avê re, li kitêbê* bi xwe û li tevahiya gel reşand[j]
20
û got: «Ev xwîna wê peymanê ye ku Xwedê li we emir kiriye.»[k]
21
Bi vî awayî wî xwîn li kon û li hemû firaxên perizînê reşand.[l]
22
Îcar li gor Şerîetê hema bêje her tişt bi xwînê tê paqijkirin û bê rijandina xwînê li gunehan nayê bihûrtin.[m]
23
Loma diviya ku wêneyên tiştên li ezmanan bi van goriyan, lê belê yên ezmanî bi xwe bi goriyên hê çêtir bên paqijkirin.
24
Çimkî Mesîh neket pîrozgeha ku bi destan hatiye çêkirin û sûretê ya rastîn e; lê belê ew ket ezmên bi xwe, da ku niha ji bo me li ber Xwedê raweste.
25
Serokkahîn her sal carekê bi xwîna ku ne ya wî ye dikeve Cihê Herî Pîroz, lê belê Mesîh neketê ku xwe gelek caran pêşkêş bike.
26
Eger wusa bûya, ji damezrandina dinyayê ve diviya wî gelek caran cefa bikişanda. Lê niha, di dawiya deman de ew bi carekê xuya bû, da ku bi xwegorîkirinê guneh ji holê rake.
27
Û çawa ku ji bo mirovan carekê mirin û piştî wê dîwanbûn neçar e,[n]
28
Mesîh jî ji bo ku gunehên gelekan hilgire carekê hat pêşkêşkirin. Cara diduyan, ew ne ji bo hilgirtina guneh, lê ji bo xilasbûna wan ên ku li hêviya wî disekinin, wê xuya bibe.[o]
  1. a. 9:2 Derketin 25:31-40; Derketin 25:25-30
  2. b. 9:3 Derketin 26:31-33
  3. c. 9:4 Derketin 30:1-6; Derketin 25:10-16; Derketin 16:33; Hejmartin 17:8-10; Derketin 25:16
  4. d. 9:5 Derketin 25:18-22; Hejmartin 17:1-10
  5. e. 9:5 Bexşîngeh: Cihê ku li gunehan dihat bihûrtin bû û li wir kefaret dihat dayin. Di Peymana Kevin de ev der devê Sindoqa Peymanê bû; binêre: Derketin 25:17-20; Qanûna Kahîntiyê 16:14.
  6. f. 9:5 Kerûb: Cûreyekî milyaketên Xwedê ne û rûmeta Xwedê berçav dikin.
  7. g. 9:6 Hejmartin 18:2-6
  8. h. 9:7 Qanûna Kahîntiyê 16
  9. i. 9:13 Qanûna Kahîntiyê 16:15-16; Hejmartin 19:9, 17-19
  10. j. 9:19 Derketin 24:3-8
  11. k. 9:20 Ji: Derketin 24:8
  12. l. 9:21 Qanûna Kahîntiyê 8:15
  13. m. 9:22 Qanûna Kahîntiyê 17:11
  14. n. 9:27 Destpêkirin 3:19
  15. o. 9:28 Îşaya 53:12