Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Bi Zimanê Xwe Karîn 
1
Birayên min, bila gelek ji we nebin mamoste, çimkî hûn dizanin em ên ku hîn dikin, emê di dîwana hê girantir re derbas bibin.
2
Em hemû di gelek tiştan de diterpilin*. Eger yek bi devê xwe nekeve, ew dikare hemû bedena xwe jî desgîn* bike û ew mirovekî gihîştî ye.
3
Ji bo ku li ber me serî deynin em lixabê dixin devê hespan û bi vî awayî em hemû bedena wan jî dizivirînin.
4
An li gemiyan binêrin: Bi ser ku ewqas mezin in û bi bayên xurt tên kaşkirin, dilê kotelvan* ku derê bixwaze, bi koteleke* biçûk berê wê bi wî alî ve dike.
5
Bi vî awayî ziman jî endamekî biçûk e, lê bi tiştên mezin pesnê xwe dide.
Binêrin, çirûskeke biçûk dikare daristaneke çiqas mezin bişewitîne!
6
Wusa jî ziman agir e. Di nav endamên bedena me de ziman dinyayeke xerabiyê ye. Ew tevahiya mirov qirêjî dike, ji dojehê* pêtê distîne û çerxa jiyana me dike pêta agir.
7
Çimkî her cûre heywanên kûvî û teyr, yên ku dişêlin û afirîdên* deryayê ji aliyê mirov ve tên girtin û hatine girtin.
8
Lê ji mirovan tu kes nikare zimên bigire. Ziman, bi jehra mirinê tije ye, xerabiyeke bêrawestin e.
9
Bi zimên em Bav Xudan pîroz* dikin û bi zimên em nifiran li wan mirovên ku di mînaka Xwedê de hatine afirandin, dikin.
10
Ji eynî devî pîrozkirin û nifir derdikeve. Birayên min, divê ev ne weha be.
11
Ma ji çavkaniyekê hem ava şêrîn û hem jî ava tehl derdikeve?
12
Birayên min, ma dara hêjîrê dikare zeytûnan, an jî mêw dikare hêjîran bide? Wusa jî kaniya ava şor nikare ava şêrîn bide.
Yê Şehreza Kî Ye 
13
Di nav we de yê fêmdar û şehreza kî ye? Bila ew bi awayê jiyana xwe ya qenc kirinên xwe di nav nermiya şehrezayiyê de nîşan bide.
14
Lê eger di dilê we de çavnebariya tehl û hevrikî hebe, pesnê xwe nedin û li hember rastiyê derewan nekin.
15
Ev şehrezayî ne ya ji jorê ye, lê belê şehrezayiya dinyayî, nefsanî û cinî ye.
16
Çimkî li ku derê çavnebarî û hevrikî hebe, li wê derê tevlihevî û her kirina xerab hene.
17
Lê şehrezayiya ku ji jor e, berî her tiştî paqij e; piştre aştîhez, berbiwêr û nerm e. Bi rehmê û berê qenc tije ye, alînegir û ne durû ye.
18
Û berê rastdariyê ji bo aştîkeran di aştiyê de tê çandin.