Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Girtina Îsa 
1
Piştî ku Îsa ev tişt gotin, bi şagirtên xwe ve derbasî aliyê din ê newala Qidronê bû. Li wê derê baxçeyek hebû. Îsa û şagirtên xwe ketinê.
2
Cihûdayê* ku ew da dest jî ev cih dizanibû, çimkî Îsa û şagirtên xwe gelek caran li wir li hev diciviyan.
3
Îcar Cihûda komeke leşker û hin parêzgerên ku Fêrisî û serekên kahînan şandibûn, bi fanos, xetîre û çekan ve bi xwe re anîn û hat wê derê.
4
Îsa hemû tiştên ku wê bihatana serê wî dizanibû. Îcar derket pêş û ji wan re got: «Hûn li kê digerin?»
5
Wan lê vegerand û gotin: «Li Îsayê Nisretî!» Îsa ji wan re got: «Ez ew im.»
Cihûdayê ku Îsa da dest jî bi wan re bû.
6
Gava ku Îsa ji wan re got: «Ez ew im!» ew ber bi paş ve çûn û ketin erdê.
7
Wî dîsa ji wan pirsî: «Hûn li kê digerin?» Wan got: «Li Îsayê Nisretî.»
8
Îsa bersîva wan da: «Min ji we re got ku ez ew im; madem hûn li min digerin, bihêlin bila evên ha herin.»
9
Wî ev got, da ew peyva ku wî gotibû bê cih: «Ji yên ku te dane min, min yek ji wan winda nekir.»[a]
10
Hingê Şimûn-Petrûs şûrê ku pê re bû kişand û daweşand xulamê Serokkahîn û guhê wî yê rastê jêkir. Navê xulam Malxos bû.
11
Îsa ji Petrûs re got: «Şûrê xwe bixe kalan! Ma ez wê kasa tehl a ku Bav daye min venaxwim?»
Li ber Serokkahîn 
12
Piştî vê yekê koma leşkeran û serdarê wan û parêzgerên Cihûyan Îsa girtin û girêdan.
13
Pêşî ew birin ba Henanê ku xezûrê Qeyafa bû. Qeyafa Serokkahînê wê salê bû.
14
Ew Qeyafa bû yê ku şîreta «Di oxira gel de mirina yekî ji bo me çêtir e» li serekên Cihûyan kiribû.
Înkarkirina Petrûs 
15
Şimûn-Petrûs û şagirtekî din li pey Îsa diçûn. Ji ber ku ev şagirt nasê Serokkahîn bû, ew bi Îsa re ket hewşa Serokkahîn.
16
Lê Petrûs li derve, li ber derî rawestabû. Îcar şagirtê ku nasê Serokkahîn bû derket derve û bi dergehvanê re peyivî û Petrûs anî hundir.
17
Ew keçika dergehvan ji Petrûs pirsî: «Ma tu jî ne yek ji şagirtên vî mirovî yî?» Petrûs got: «Na, ne ez im.»
18
Di vê navê de xizmetkar û parêzger li ber agirê ku ji komirê vêxistibûn, rawestabûn û xwe germ dikirin, çimkî dinya sar bû. Petrûs jî li ba wan rawestabû û xwe germ dikir.
Pirskirina Serokkahîn 
19
Hingê Serokkahîn, Îsa li ser şagirtên wî û hînkirina wî kişand pirsyariyê.
20
Îsa bersîv da û got: «Ez bi eşkereyî bi xelkê re peyivîm. Min herdem li kinîştan û li Perestgeha ku hemû Cihû lê diciviyan hîn dikir. Min tu tişt bi dizî negot.
21
Tu çima min dikişînî pirsyariyê? Ji yên ku ez bihîstime bipirse, ka min ji wan re çi gotiye; ew dizanin ku min çi gotiye.»
22
Dema ku Îsa weha peyivî, yek ji parêzgerên ku li wê derê disekinîn sîleyek lê xist û got: «Çawa tu bersîva Serokkahîn weha didî?»
23
Îsa lê vegerand û got: «Eger min ne rast gotibe, nerastiya min bêje. Lê eger ez rast dibêjim, tu çima li min dixî?»
24
Hingê Henan ew girêdayî şand ba Qeyafayê Serokkahîn.
Petrûs Dîsa Îsa Înkar Dike 
25
Di vê navê de Şimûn-Petrûs hê rawestabû, xwe germ dikir. Ji wî pirsîn: «Ma tu jî ne yek ji şagirtên wî yî?» Wî ev înkar kir û got: «Na, ne ez im.»
26
Yek ji xizmetkarên Serokkahîn, mirovê wî yê ku Petrûs guhê wî birrîbû, jê pirsî: «Ma min tu di nav baxçe de bi wî re nedîtî?»
27
Petrûs dîsa ev înkar kir û di wê gavê de dîk bang da.
Li ber Pîlatosê Walî 
28
Îcar Îsa ji ba Qeyafa birin qesra walî. Serê sibê zû bû û Cihû neketin qesrê, da ku adetên paqijiyê yên dînî xera nekin û bikarin xwarina Cejna* Derbasbûnê bixwin.
29
Loma Pîlatos derket derve, hat ba wan û pirsî: «Hûn vî mirovî bi çi sûcdar dikin?»
30
Wan bersîva wî da û got: «Eger ev ne mirovekî xerabkar bûya, me ew teslîmî te nedikir.»
31
Pîlatos ji wan re got: «Hûn bi xwe wî bibin û li gor Şerîeta xwe dîwana wî bikin.» Cihûyan lê vegerand û gotin: «Destûra me tune ku em tu kesî bikujin.»
32
Ev çêbû, da ku gotina Îsa ku pê îşaret kiribû, ka ewê bi mirineke çawa bimire, bê cih.
33
Hingê Pîlatos dîsa ket qesra walî, gazî Îsa kir û jê pirsî: «Ma tu Padîşahê Cihûyan î?»
34
Îsa lê vegerand û got: «Tu vê ji ber xwe dibêjî an hinekên din ev yek li ser min ji te re gotine?»
35
Pîlatos got: «Ma ez Cihû me? Miletê te bi xwe û serekên kahînan tu dayî destê min. Te çi kiriye?»
36
Îsa bersîv da û got: «Padîşahiya min ne ji vê dinyayê ye; eger padîşahiya min ji vê dinyayê bûya, ji bo ku ez nekevim destê Cihûyan, xizmetkarên min wê li ber xwe bidana. Lê padîşahiya min ne ji vê dinyayê ye.»
37
Pîlatos jî jê re got: «Nexwe tu padîşah î?» Îsa bersîv da û got: «Tu ji bo min dibêjî ku ez padîşah im. Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê, da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim. Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»
38
Pîlatos jê pirsî: «Ma rastî çi ye?»
Piştî vê pirsê, Pîlatos dîsa çû derve ba Cihûyan û ji wan re got: «Ez tu sedemê sûcdarkirina wî nabînim.
Îsa Cezayê Mirinê Distîne 
39
Lê adeta we ye ku ez di Cejna Derbasbûnê de yekî girtî ji bo we berdim. Ma hûn dixwazin ku ez ji bo we padîşahê Cihûyan berdim?»
40
Li ser vê yekê wan bi qîrîn got: «Ne vî mirovî, lê Barabas berde!» Barabas jî serhildêrek bû.
  1. a. 18:9 Yûhenna 6:39