Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Îsa û Nîkodêmos
 - 1
 - Bi navê Nîkodêmos mirovek ji Fêrisiyan* hebû ku serekekî Cihûyan bû.
 - 2
 - Ev mirov bi şev hat ba Îsa û jê re got: «Mamoste, em dizanin ku tu mamosteyekî ji ba Xwedê hatiyî, çimkî ew nîşanên ku tu çêdikî, eger Xwedê ne pê re be, tu kes nikare bike.»
 - 3
 - Îsa bersîva wî da û got: «Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim ku mirovek ji nû ve çênebe, ew nikare Padîşahiya* Xwedê bibîne.»
 - 4
 - Nîkodêmos jê pirsî: «Ma mirovekî ku pîr be çawa dikare ji nû ve çêbe? Ma dikare careke din bikeve malzaroka diya xwe û çêbe?»
 - 5
 - Îsa bersîva wî da: «Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim, heta ku mirov ji avê û ruh çênebe, nikare bikeve Padîşahiya Xwedê.
 - 6
 - Yê ku ji bedenê çêdibe beden e, yê ku ji Ruh çêdibe ruh e.
 - 7
 - Li peyva* ku min ji te re got: ‹Divê hûn ji nû ve çêbin›, şaş nemîne.
 - 8
 - Ba li ku derê bixwaze lê dixe. Tu dengê wê dibihîzî, lê tu nizanî ku ew ji ku derê tê û bi ku derê ve diçe; her kesê ku ji Ruh çêdibe weha ye.»[a] 
 - 9
 - Nîkodêmos jê re got: «Ev tişt çawa dikare çêbe?»
 - 10
 - Îsa lê vegerand û got: «Tu mamosteyê Îsraêl î jî û tu van tiştan nizanî?
 - 11
 - Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim, tiştê ku em dizanin, em dibêjin, tiştê ku me dîtiye em şahidiya wî dikin; lê hûn şahidiya me qebûl nakin.
 - 12
 - Min tiştên li ser erdê ji we re got û hûn bawer nakin. Nexwe eger ez tiştên li ezmanan bêjim, hûnê çawa bawer bikin?
 - 13
 - Ji bilî Kurê* Mirov ê ku ji ezmên hatiye, tu kes derneketiye ezmên.
 - 14
 - Çawa ku Mûsa li çolê mar bilind kir, bi vî awayî divê Kurê Mirov jî bê bilindkirin,
 - 15
 - da her kesê ku baweriyê bi wî bîne, jiyana wî ya herheyî hebe.»
 - 16
 - Çimkî Xwedê wusa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da her kesê ku baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe.
 - 17
 - Xwedê Kurê xwe neşand ku dinyayê sûcdar derxe, lê ew şand ku dinya bi wî xilas bibe.
 - 18
 - Yê ku baweriyê bi wî tîne, sûcdar nayê derxistin; lê yê ku baweriyê nayne, ji xwe sûcdar bûye, çimkî wî bawerî bi navê Kurê* Xwedê yê yekta neaniye.
 - 19
 - Dîwanbûn* bi vî awayî ye: Ronahî hat dinyayê, lê mirovan ji ronahiyê bêtir ji tariyê hez kir, çimkî kirinên wan xerab bûn.
 - 20
 - Her kesê ku xerabiyê dike, kîna wî ji ronahiyê heye; ew ber bi ronahiyê ve nayê, da ku kirinên wî xuya nebin.
 - 21
 - Lê yê ku rastiyê dike, tê ber ronahiyê, da kifş bibe ku kirinên wî ji Xwedê ne.
 - Îsa û Yûhennayê Imadkar
 - 22
 - Piştî vê yekê Îsa û şagirtên xwe çûn herêma Cihûstanê*. Îsa li wê derê bi wan re dima û imad* dikir.
 - 23
 - Yûhenna bi xwe jî li Eynona nêzîkî Salîmê imad dikir, çimkî li wê derê pirr av hebû. Mirov dihatin wê derê û imad dibûn.
 - 24
 - – Hingê hê Yûhenna neavêtibûn zîndanê. –
 - 25
 - Îcar di navbera şagirtên Yûhenna û Cihûyekî de, li ser pirsa adetên paqijiyê munaqeşeyek derket.
 - 26
 - Îcar ew hatin ba Yûhenna û jê re gotin: «Mamoste, ew kesê ku li wî aliyê Çemê Urdunê bi te re bû û te jê re şahidî kir, va ye, ew bi xwe imad dike û hemû kes diçin ba wî.»
 - 27
 - Yûhenna bersîv da û got: «Eger ji yekî re ji ezmên neyê dayîn, ew nikare tiştekî bistîne.
 - 28
 - Hûn bi xwe ji min re şahid in ku min gotiye: ‹Ez ne Mesîh im, lê ez di pêşiya wî de hatime şandin.›
 - 29
 - Bûk ji bo kê be zava ew e. Lê destbirayê zavê yê ku rawestayî ye û dengê zavê dibihîze, bi dengê wî gelek şa dibe. Îcar ev şabûna min niha temam bûye.
 - 30
 - Ji wî re mezinbûn, ji min re biçûkbûn divê.
 - Yê ku ji Ezmanan Tê
 - 31
 - «Yê ku ji jorê hatiye di ser hemûyan re ye. Yê ku ji erdê ye, ji erdê dipeyive; lê yê ku ji ezmên hatiye, di ser hemûyan re ye.
 - 32
 - Wî çi dîtibe û çi bihîstibe şahidiya wan dike, lê tu kes şahidiya wî qebûl nake.
 - 33
 - Yê ku şahidiya wî qebûl dike, mor dike ku Xwedê rast e.
 - 34
 - Yê ku Xwedê ew şandiye, ew bi gotina Xwedê dipeyive, çimkî Xwedê Ruh bêsînor dide wî.
 - 35
 - Bav* ji Kur hez dike û her tişt daye destê wî.
 - 36
 - Yê ku baweriyê bi Kur tîne, jiyana wî ya herheyî heye. Yê ku bi ya Kur nake, jiyanê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne.»
 
- a. 3:8 Bi zimanê Yewnanî peyva ji bo «Ruh» û ji bo «bayê» yek e.
 

