Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Îsa û Yûhennayê Imadkar 
1
Çaxê ku Îsa tembîhkirina li her diwanzdeh şagirtên xwe xilas kir, ew ji wir çû bajarên wan, da ku hîn bike û Mizgîniyê bide.
2
Gava Yûhenna di girtîgehê de bihîst ku Mesîh çi dike, wî şagirtên xwe şandin ba wî
3
ku ji wî bipirsin: «Ma yê ku wê bihata tu yî, an divê em li benda yekî din bimînin?»
4
Îsa li wan vegerand û got: «Herin tiştên ku hûn dibihîzin û dibînin ji Yûhenna re bêjin:
5
Kor dibînin, şil û şeht* rêve diçin, kotî paqij dibin, kerr dibihîzin, mirî radibin û Mizgînî ji belengazan re tê dayîn.
6
Xwezî bi wî yê ku ji min neenire.»
7
Gava ku şagirtên Yûhenna diçûn, Îsa dest pê kir û ji elaletê re li ser Yûhenna peyivî û got: «Hûn derketin çolê, da ku hûn çi bibînin? Ma çîtikeke ku li ber bayê diheje?
8
Nexwe, hûn çûn ku çi bibînin? Ma mirovekî ku cilên nermîn li xwe kirine? Ew ên ku cilên nermîn li xwe dikin di qesrên padîşahan de ne.
9
Nexwe hûn derketin ku çi bibînin? Ma pêxemberekî? Erê, ez ji we re dibêjim ji pêxemberekî hê zêdetir.
10
Ev ew e yê ku li ser hatiye nivîsîn:
‹Va ye, ez qasidê xwe di pêşiya te de dişînim,
Ewê li pêşiya te riya te amade bike.›[a]
11
Bi rastî ez ji we re dibêjim, di nav wan ên ku ji jinan çêbûn de, yekî ji Yûhennayê* imadkar mezintir derneketiye. Lê di Padîşahiya Ezmanan de yê herî biçûk ji wî mezintir e.
12
Ji roja Yûhennayê* imadkar û heta niha, zor li Padîşahiya Ezmanan tê kirin û yên zordar wê bi dest dixin.
13
Çimkî hemû pêxemberan û Şerîetê heta dema Yûhenna pêxemberîtî kirin.
14
Û eger hûn dixwazin vê yekê qebûl bikin, Êlyasê* ku diviya bihata ew e.[b]
15
Yê ku guhên wî hene bila bibihîze.
16
«Îcar ez vî nifşî* bimînînim çi? Ew mîna wan zarokan in ku li meydanan rûniştine û gazî hevdû dikin
17
û dibêjin:
‹Me ji bo we li bilûrê xist û hûn nereqisîn.
Me avêt ser miriyan û we şîn negirt.›
18
Çimkî Yûhenna hat, ne dixwar û ne jî şerab vedixwar, lê ew dibêjin: ‹Ew bi cinan ketiye.›
19
Kurê* Mirov hat, dixwe û vedixwe, îcar dibêjin: ‹Va ye xwera û serxweş, dostê bacgir* û gunehkaran. Lê şehrezayî bi kirinên xwe rast tê dîtin.›»
Bajarên Bêbawerî 
20
Hingê Îsa dest pê kir li wan bajaran hilat*, ku di wan de gelek ji kerametên wî çêbûbûn. Çimkî wan tobe nekir.
21
«Wey li te Xorazînê! Wey li te Beytsaydayê! Eger ew kerametên ku li nav we hatin kirin, li Sûr* û Saydayê bihatana kirin, wanê ji zû ve di nav xirarî* û xweliyê de tobe bikira.
22
Lê ez ji we re dibêjim, di Roja Dawî de rewşa Sûr û Saydayê wê ji ya we çêtir be.
23
Û tu hey Kefernahûm! Ma tê heta bi ezmên bilind bibî? Na, tê heta bi diyarê* miriyan herî xwarê! Eger ew kerametên ku li nav te hatin kirin, li Sodomê* bihatana kirin, ewê heta îro li cihê xwe bima.[c]
24
Lê ez ji we re dibêjim ku di Roja Dawî de rewşa Sodomê wê ji ya we çêtir be.»
Mizgînî ji Westayiyan re 
25
Di wî wextî de Îsa got: «Ey Bavo, ez ji te re şikir dikim, Xudanê erd û ezmên! Çimkî te ev tiştên ha ji şehreza û zaneyan veşartin û ji zarokên biçûk re eşkere kirine.
26
Erê Bavo, çimkî li ba te ya bi dil ev bû.
27
«Her tişt ji aliyê Bavê min ve ji min re hat dayîn. Ji bilî Bav tu kes Kur nas nake û ji bilî Kur û yên ku Kur dixwaze Bav bi wan bide eşkerekirin, tu kes jî Bav nas nake.
28
«Werin ba min, ey hemû yên westayî û bargiran, ezê rihetiyê bidim we.
29
Nîrê min deynin ser stûyê xwe û ji min hîn bibin, çimkî ez nerm û ji dil nefsbiçûk im û hûnê rihetiyê ji bo canê xwe bibînin.
30
Çimkî nîrê min hêsanî û barê min sivik e.»
  1. a. 11:10 Ji: Melaxî 3:1
  2. b. 11:14 Melaxî 4:5
  3. c. 11:23 Destpêkirin 19