Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Daxwaza Dîtina Nîşanekê
 - 1
 - Hingê Fêrisî û Sadûqî* hatin ba Îsa û ji bo ku wî biceribînin, jê xwestin ku ji ezmên nîşanekê raberî wan bike.
 - 2
 - Wî li wan vegerand û got: «Gava ku dibe êvar, hûn dibêjin ‹Hewa wê xweş be, çimkî ezman sor e!›
 - 3
 - Îcar serê sibê hûn dibêjin: ‹Îro hewa wê nexweş be, çimkî ezman sor e û ewr belek in.› Hûn li ezmên dinêrin û dizanin ku hewa wê çawa be; ma hûn nîşanên deman fêm nakin?
 - 4
 - Nifşê* xerab û zînakar li nîşanekê digere, lê ji nîşana Ûnis* pêxember pê ve, nîşanek jê re nayê dayîn.» Îsa ew hiştin û çû.
 - Hevîrtirşkê Fêrisî û Sadûqiyan
 - 5
 - Gava ku şagirt derbasî aliyê din ê golê bûn, ji bîr kirin ku bi xwe re nên bibin.
 - 6
 - Îsa ji wan re got: «Hay ji xwe hebin û xwe ji hevîrtirşkê Fêrisî û Sadûqiyan biparêzin.»
 - 7
 - Şagirt di nav xwe de peyivîn û gotin: «Ji ber ku me nan bi xwe re neaniye weha dibêje.»
 - 8
 - Îsa dizanibû ku ew çi dibêjin, îcar wî got: «Ey kêmîmanno! Ji ber ku nanê we tune hûn çima di nav xwe de dipeyivin?
 - 9
 - Ma hûn hê jî fêm nakin? Ma nayê bîra we ku çawa pênc nanan pênc hezar mirov têr kirin û we çend selik dan hev?
 - 10
 - Û çawa heft nanan çar hezar mirov têr kirin û we çend selik jî dan hev?
 - 11
 - Ma çawa hûn fêm nakin ku ez ne li ser nên ji we re dibêjim? Lê li hember hevîrtirşkê Fêrisî û Sadûqiyan hay ji xwe hebin.»
 - 12
 - Hingê wan fêm kir ku ew nabêje li hember hevîrtirşkê nên hay ji xwe hebin, lê ji hînkirina Fêrisî û Sadûqiyan xwe biparêzin.
 - Şahidiya Petrûs a li ser Îsa
 - 13
 - Gava Îsa hat herêma Qeyseriya Filîpos, wî ji şagirtên xwe pirsî: «Li gor gotina xelkê Kurê* Mirov kî ye?»
 - 14
 - Wan lê vegerand û gotin: «Hinek dibêjin Yûhennayê* imadkar, hinek dibêjin Êlyas* û hinekên din jî dibêjin Yêremya* an jî yek ji pêxemberan* e.»
 - 15
 - Îsa ji wan re got: «Lê hûn çi dibêjin? Bi ya we ez kî me?»
 - 16
 - Şimûn-Petrûs bersîv da û got: «Tu Mesîh* î, Kurê* wî Xwedayê jîndar î.»
 - 17
 - Îsa lê vegerand û got: «Xwezî bi te, ey Şimûnê kurê Ûnis, çimkî yê ku ev ji te re vekiriye ne xwîn û goşt e, lê Bavê min ê li ezmanan e.[a]
 - 18
 - Û ez ji te re dibêjim: Tu Petrûs* î û ezê li ser vê latê Civîna* xwe ava bikim. Hêza diyarê* miriyan nikare wê bindest bike.[b]
 - 19
 - Ezê mifta Padîşahiya Ezmanan bidim te, tu her çi li ser erdê girêdî, ewê li ezmanan jî bê girêdan û tu her çi li ser erdê vekî, ewê li ezmanan jî bê vekirin.»
 - 20
 - Hingê wî li şagirtên xwe emir kir ku ji kesî re nebêjin ew Mesîh e.
 - Îsa ji pêşî ve li ser Mirin û Rabûna Xwe Dibêje
 - 21
 - Ji hingê ve Îsa dest pê kir nîşanî şagirtên xwe da, ku divê ew here Orşelîmê û ji destê rihspî, serekên kahînan* û Şerîetzanan gelek cefayê bikişîne, bê kuştin û roja sisiyan rabe.
 - 22
 - Petrûs ew kişand aliyekî, lê hilat û got: «Ev ji te dûr be, ya Xudan! Ev tişt tu caran bi te nayê!»
 - 23
 - Lê Îsa zivirî û ji Petrûs re got: «Xwe bide pey min, Îblîs! Tu ji min re dibî asteng; çimkî tu ne tiştên xwedayî*, lê tiştên mirovî difikirî.»
 - 24
 - Hingê Îsa ji şagirtên xwe re got: «Eger yek bixwaze li pey min bê, bila xwe înkar bike, rahêje xaça xwe û li pey min bê.
 - 25
 - Çimkî kî ku bixwaze jiyana xwe xilas bike, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana xwe di ber min de winda bike, ewê wê bibîne.
 - 26
 - Mirovek hemû dinyayê bi dest bixe jî, lê jiyana xwe winda bike, çi feyda wî heye? An dikare çi di ber jiyana xwe de bide?
 - 27
 - Çimkî Kurê Mirov wê bi rûmeta Bavê xwe ve, tevî milyaketên xwe bê û hingê wê li gor kirinên her kesî bide wî.[c]
 - 28
 - Bi rastî ez ji we re dibêjim, hin ji van kesên ku li vir radiwestin, heta ku nebînin Kurê Mirov di Padîşahiya xwe de tê, ew mirinê qet tam nakin.»
 
- a. 16:17 Bi Yewnanî «kurê Yona» nivîsî ye. «Yona» bi zimanê Aramî* ye; ji bo vê bi Kurdî «Ûnis» tê gotin. Li vir ev nav kurtvebirrîna «Yûhenna» ye.
 - b. 16:18 Mana navê «Petrûs» bi zimanê Yewnanî ev e: «Lat» an «kevir».
 - c. 16:27 Zebûr 62:12
 

