Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Mesela Deh Keçan
 - 1
 - «Hingê Padîşahiya Ezmanan wê bimîne vê yekê: Deh keçikan qendîlên xwe hildan û çûn pêşiya zavê.
 - 2
 - Pênc ji wan bêaqil û pênc ji wan şehreza bûn.
 - 3
 - Yên bêaqil rahiştin qendîlên xwe, lê bi xwe re dohn hilnedan.
 - 4
 - Lê yên şehreza bi qendîlên xwe re, di derdanan de dohn jî hildan.
 - 5
 - Gava ku zava bi derengî ket, xewê ew hemû girtin û razan.
 - 6
 - «Nîvê şevê dengek hat: ‹Va ye, zava tê! Derkevin pêşiya wî!›
 - 7
 - Hingê hemû keçik rabûn û qendîlên xwe amade kirin.
 - 8
 - Yên bêaqil ji yên şehreza re gotin: ‹Hinekî ji dohnê xwe bidin me, çimkî qendîlên me ditemirin.›
 - 9
 - Wan bersîv da û gotin: ‹Na, çênabe, ew têra me û we nake. Çêtir e ku hûn herin ba dohnfiroşan û ji xwe re bikirrin.›
 - 10
 - Lê çaxê ew çûn ku dohn bikirrin, zava hat. Keçikên ku amade bûn bi wî re ketin şahiya dîlanê û derî hat dadan.
 - 11
 - Paşê keçên din jî hatin û gotin: ‹Mîrza, mîrza! Derî li me veke!›
 - 12
 - Wî li wan vegerand û got: ‹Bi rastî ez ji we re dibêjim, ez we nas nakim.›
 - 13
 - «Loma hişyar bimînin, çimkî hûn ne wê rojê û ne jî wê saetê dizanin.»
 - Mesela Telantan
 - 14
 - «Dîsa Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Zilamek hebû, gava ku çû welatekî din, gazî xulamên xwe kir û malê xwe spart wan.
 - 15
 - Wî li gor karîna her yekî ji wan da wan: Pênc telant* dan yekî, du telant dan yekî û telantek jî da yekî û derket riya xwe.
 - 16
 - Yê ku pênc telant standibûn, zû rabû, perê xwe da xebitandin û pênc telantên din kar kirin.
 - 17
 - Bi vî awayî yê ku du telant standibûn jî du telantên din kar kirin.
 - 18
 - Lê yê ku telantek standibû, rabû erd kola û perê axayê xwe veşart.
 - 19
 - «Piştî demeke dirêj axayê xulaman vegeriya û bi wan re hesabê xwe kir.
 - 20
 - Yê ku pênc telant standibûn, hat û pênc telantên din jî anîn. Wî got: ‹Ezbenî, te pênc telant dabûn min. Binêre, min pêncên din jî qezenc kirin.›
 - 21
 - Axayê wî jê re got: ‹Aferim, xizmetkarê qenc û dilsoz! Tu di tiştên hindik de dilsoz derketî, ezê te deynim ser gelek tiştan. Were û beşdarî şahiya axayê xwe bibe!›
 - 22
 - «Yê ku du telant standibûn jî hat û got: ‹Ezbenî, te du telant dabûn min; binêre, min diduyên din jî qezenc kirin.›
 - 23
 - Axayê wî got: ‹Aferim, xizmetkarê qenc û dilsoz! Tu di tiştên hindik de dilsoz derketî, ezê te deynim ser gelek tiştan. Were û beşdarî şahiya axayê xwe bibe!›
 - 24
 - «Piştre yê ku telantek standibû hat û got: ‹Ezbenî, min dizanibû ku tu mirovekî hişk î û cihê ku te lê neçandiye tu didirûyî û cihê ku te tov lê nereşandiye tu berhev dikî.
 - 25
 - Loma ez tirsiyam, ez çûm, min telantê te di nav axê de veşart. Ha, ji te re telantê te.›
 - 26
 - Axayê wî lê vegerand û got: ‹Hey xizmetkarê xerab û tiral! Madem te dizanibû cihê ku min lê neçandiye ez didirûm û cihê ku min tov lê nereşandiye ez berhev dikim?
 - 27
 - Nexwe diviya te perên min danîna banqê, gava ku ez vegeriyam minê bi fayiza wan ve bistanda.
 - 28
 - Ji bo vê yekê wî telantî ji wî bistînin û bidin wî yê ku deh telantên wî hene.
 - 29
 - Çimkî yê ku pê re heye, wê ji wî re bê dayîn û bi ser de bê zêde kirin. Lê yê ku pê re tunebe, tiştê ku di destê wî de ye jî wê jê bê standin.
 - 30
 - Lê vî xizmetkarê bêkêr bavêjin tariya derve. Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.›»
 - Roja Dawî
 - 31
 - «Gava ku Kurê Mirov bi rûmeta xwe ve bê û hemû milyaket pê re, hingê ewê li ser textê xwe yê rûmetê rûne.
 - 32
 - Hemû milet wê li ber wî bicivin û ewê wan ji hevdû veqetîne, wek ku şivan miyan ji bizinan vediqetîne.
 - 33
 - Ewê miyan bide aliyê xwe yê rastê, bizinan bide aliyê xwe yê çepê.
 - 34
 - Hingê Padîşah wê ji yên li aliyê xwe yê rastê re bêje: ‹Werin, hûn pîrozên* Bavê min, wê Padîşahiya ku ji damezrandina dinyayê ve ji bo we hatiye amade kirin, bistînin.
 - 35
 - Çimkî ez birçî bûm, we xwarin da min; ez tî bûm we av da min; ez xerîb bûm we ez hewandim;
 - 36
 - ez tazî bûm, we ez bi cil kirim; ez nexweş bûm, hûn hatin serdana min; ez di zîndanê de bûm, hûn hatin ba min.›
 - 37
 - «Hingê yên rast wê li wî vegerînin û bêjin: ‹Ya Xudan, me kengê tu birçî dîtî û tu têr kirî, an kengê me tu tî dîtî û av da te?
 - 38
 - Me kengê tu xerîb dîtî û tu hewandî, an tazî dîtî û tu bi cil kirî?
 - 39
 - Me kengê tu nexweş an di zîndanê de dîtî û em hatin ba te?›
 - 40
 - Padîşah wê bersîvê bide û ji wan re bêje: ‹Bi rastî ez ji we re dibêjim, we çi ji yekî ji van birayên min ên herî biçûk re kiribe, we ew ji min re kiriye.›
 - 41
 - «Hingê wê ji yên li milê xwe yê çepê re jî bêje: ‹Ji min dûr bikevin, hûn ên ku nifir lêbûyî, herin agirê herheyî yê ku ji bo Îblîs* û milyaketên wî hatiye amadekirin.[a]
 - 42
 - Çimkî ez birçî bûm, we xwarin neda min, ez tî bûm, we av neda min.
 - 43
 - Ez xerîb bûm, we ez nehewandim. Ez tazî bûm, we ez bi cil nekirim. Ez nexweş û di zîndanê de bûm, hûn nehatin ba min.›
 - 44
 - «Hingê ewê li wî vegerînin û bêjin: ‹Ya Xudan, me kengê tu birçî, an tî, an xerîb, an tazî, an nexweş, an jî di zîndanê de dîtî û me alîkariya te nekir?›
 - 45
 - Hingê ewê bersîva wan bide û bêje: ‹Bi rastî ez ji we re dibêjim, we çi ji bo yekî ji vanên herî biçûk nekiribe, we ew ji bo min jî nekiriye.›
 - 46
 - Îcar evên ha wê herin ezaba herheyî, lê yên rast wê herin jiyana herheyî.»
 
- a. 25:41 Peyxama Yûhenna 20:10
 

