Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Îsa Yekî Cinoyî Qenc Dike 
1
Ew derbasî aliyê din ê Gola Celîlê bûn û gihîştin herêma Girasîniyan.
2
Gava ku Îsa ji qeyikê derket, wê gavê ji nav goristanê mirovek rastî wî hat ku bi ruhê nepak ketibû.
3
Ew di nav goran de dijiya û tu kesî nikaribû bi zincîran jî wî girêde;
4
çimkî gelek caran ew bi qeyd û zincîran girêdabûn, lê wî zincîr qetandibûn û qeyd şikandibûn. Tu kesî nikaribû ew zeft bikira.
5
Hergav, bi şev û roj di goristanan de, li serê çiyan diqîriya û xwe bi keviran birîndar dikir.
6
Gava wî Îsa ji dûr ve dît, bi lez hat, jê re çû ser çokan
7
û bi dengekî bilind qîriya û got: «Ya Îsa, Kurê* Xwedayê Herî Berz, ma te çi ji min e? Ji bo xatirê Xwedê, min nede ezabê!»
8
Çimkî Îsa gotibû: «Hey ruhê nepak, ji vî mirovî derkeve!»
9
Îsa jê pirsî: «Navê te çi ye?» Wî jî got: «Navê min Lejyon* e, çimkî em gelek in.»
10
Wî pirr ji Îsa lava kir ku ew wan neşîne derveyî wê herêmê.
11
Û li wir, li pala çiyê garaneke mezin a berazan diçêriya.
12
Ruhên nepak ji Îsa lava kirin û gotin: «Me bişîne nav berazan ku em bikevin nav wan.»
13
Wî jî destûr da wan, ruhên nepak jî derketin û ketin nav berazan. Ew garana ku nêzîkî du hezar beraz bû, wê xwe di kaşê re avêt golê û xeniqî
14
Gavanên berazan reviyan û ev xeber li bajêr û li gundan belav kirin. Û xelk jî hatin ku tiştên bûyî bibînin.
15
Ew hatin ba Îsa û wan ew mirovê ku lejyoneke* cinan tê de bû, bi cil û li ser hişê xwe û rûniştî dîtin. Hingê ew tirsiyan.
16
Yên ev yeka ku ji wî mirovê cinoyî* re hat kirin û tiştê ku bi berazan hat, dîtin, ji xelkê re gotin.
17
Û wan dest pê kir lava ji Îsa kirin ku ew ji herêma wan here.
18
Gava Îsa ket qeyikê, ew mirovê ku cinoyî bû jê lava kir ku bi wî re here.
19
Lê Îsa nehişt û jê re got: «Vegere mala xwe û ji maliyên xwe re bêje ku Xudan* ji bo te çi kir û çawa li te hat rehmê.»
20
Ew jî çû û eva ku Îsa ji bo wî kiribû li herêma Dêkapolîsê* belav kir û her kes şaş ma.
Vejandina Keçekê û Qencbûna Jinekê 
21
Gava Îsa dîsa bi qeyikê derbasî aliyê din bû, elaleteke mezin li dora wî civiya. Ew li perê golê disekinî.
22
Yek ji serekên kinîştê ku navê wî Yayîros bû, hat ba wî. Gava wî Îsa dît, xwe avêt ber lingên wî,
23
jê gelek lava kir û got: «Keçika min a biçûk li ber mirinê ye. Were û destên xwe deyne ser wê, da ku ew qenc bibe û bijî.»
24
Îsa rabû bi wî re çû.
Elaleteke mezin li pey wî diçû û der û dor lê teng dikir.
25
Û jinikek li wir hebû ku ji diwanzdeh salan ve xwîn jê diçû.
26
Wê ji destê gelek hekîman* gelek êş kişandibû û hemû hebûna xwe mezaxtibû, dîsa feyde nedîtibû, lê hê xerabtir bûbû.
27
Jinikê tiştên ku li ser Îsa hatibûn gotin, bihîstibû. Di nav elaletê de ji pişt ve hat û destê xwe li kirasê wî da.
28
Çimkî wê di dilê xwe de digot: «Bi tenê ez destê xwe li kirasê wî bidim, ezê qenc bibim.»
29
Û di cih de xwîna ku jê diçû çikiya û jinikê jî ji bedena xwe fêm kir ku ji êşa xwe qenc bû.
30
Îsa di cih de pê hesiya ku hêzek jê çû, di nav elaletê de zivirî û pirsî: «Kê destê xwe li cilên min da?»
31
Şagirtên wî gotin: «Tu dibînî ku elaletê der û dor li te teng kiriye, hê jî tu dibêjî: ‹Kê destê xwe li min da?›»
32
Lê Îsa çav li dora xwe digerand ku bibîne, kê ev kiriye.
33
Jinikê dizanibû ku çi bi wê hatiye kirin, bi tirs û lerz hat û xwe avêt ber lingên wî û hemû rastî got.
34
Îsa ji wê re got: «Keça min, baweriya* te tu qenc kirî. Bi silamet here û ji êşa xwe sax bibe.»
35
Îsa hê dipeyivî, ji mala serekê kinîştê mirov hatin û gotin: «Keçika te mir. Tu çima hê mamoste diwestînî?»
36
Gava Îsa ev bihîst, wî ji serekê kinîştê re got: «Netirse, bi tenê bawer bike!»
37
Wî nehişt ku ji bilî Petrûs, Aqûb* û birayê wî Yûhenna kes li pey wî bê.
38
Çaxê gihîştin mala serekê kinîştê, Îsa dît ku dikin qîjeqîj, digirîn û diqîrin.
39
Gava ew ket hundir, ji wan re got: «Çima hûn dikin qîjeqîj û digirîn? Zarok nemiriye, lê di xew de ye.»
40
Îcar ew pê keniyan.
Lê Îsa hemû derxistin derve, dê û bavê zarokê û her sê şagirtên xwe birin û ket cihê ku zarok lê bû.
41
Destê zarokê girt û jê re got: «Talîta qûm!» ku bê wergerandin: «Keçikê, ez ji te re dibêjim: Rabe!»
42
Keçik di cih de rabû û geriya. Ew diwanzdeh salî bû. Îcar ew yekcar şaş man.
43
Îsa hişk li wan emir kir ku vê yekê ji kesî re nebêjin û ji wan re got ku xwarinê bidin keçikê.