Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 10
 - 1
 - Ya Xudan, tu çima wusa dimînî li dûrî,
Di demên teng de xwe vedişêrî? - 2
 - Bi quretiya xerab dişewite bindest,
Bila bikeve xefika xwe, ew yê serdest. - 3
 - Zilamê xerab, bi ya ku canê wî dikişîne dibe pesindar,
Yê çavbirçî, red dike Xudan, biçûk dibîne Afirandar. - 4
 - Bi pozbilindiya xwe, yê xerab nagere li Xudan,
Hergav dibê, "Xwedê tune," ev e ya wî, hemû raman. - 5
 - Fireh e riya xeraban,
Hukmên te ji nêrîna wan pirr bilindtir e,
Yê xerab fêm nake, li ba wî ne berz û ne çêtir e. - 6
 - Di dilê xwe de dibêje,"Ez nahejim,
Tu car ber bi felaketê ve nabezim." - 7
 - Devê wî bi lanet, hîle û xedariyê tije ye,
Fesadî û xerabî di bin zimanê wî de heye. - 8
 - Li dora gundan kozik datîne,
Li derên xewle canê bêriyan hiltîne,
Bi dizî çavê xwe, li ser yê bêçare digerîne. - 9
 - Wek şêrê di şikeftê de,
Li dera xalî kozik datîne,
Ji bo girtina bindest dimîne.
Ku girt, tora xwe kaş dike û hiltîne. - 10
 - Ditewin, dikevin ser qerefîskan,
Neçar dikevin nav pençan. - 11
 - Di dilê xwe de dibêjin, "Ji bîr kir Xwedê,
Nixamt rûyê xwe, hew dibîne vê." - 12
 - Rabe ya Xwedê, destê xwe bilind ke ya Xudan!
Tu ji bîr neke bindestan! - 13
 - Çima yê xerab biçûk dibîne Xwedê,
Di dilê xwe de, "Ew hesab napirse" dibê? - 14
 - Belê tu dibînî, ji bo bi destê xwe cezakirinê,
Li kîn û xerabiyê dimeyzînî,
Tu yî spartgeha neçaran,
Tu yî alîkarê sêwiyan. - 15
 - Bişkîne milê xerab û neheq,
Bipirse li hesabê nepirsî yê bêheq. - 16
 - Padîşah e, her û her Xudan,
Namîne li diyarê wî tu tişt ji miletan. - 17
 - Ji bo dayina heqê bêkes û neçaran,
Ya Xudan, te bihîst bangkirina hejaran. - 18
 - Tê dilê wan xurt bikî, gohê xwe li wan vebikî,
Da ku zilamê ji axê, nebe sedemê tirsê. 

