Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra spaskirinê. 
1
Ey tevahiya dinyayê, bi şahî ji bo Xudan biqîrin!
2
Bi şahî biperizinê,
Bi lavijên şahî derkevin pêşberî wî!
3
Bizanibin ku Xudan Xwedê ye.
Wî em afirand, em yên wî ne,
Em gelê wî, miyên mêrga wî ne.
4
Bi spasî derbas bibin, di derê wî de,
Bi pesindan têkevin hewşên wî!
Ji wî re spas bikin, pîroz bikin navê wî!
5
Çimkî qenc e Xudan,
Heskirina wî her û her e.
Dilsoziya wî herdem dajo.