Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 106
- 1
- Pesnê Xudan bidin!
 Ji Xudan re spas bikin, çimkî ew qenc e,
 Kerema wî her û her e.
- 2
- Kî dikare karên Xudan ên hêzdar bêje,
 Kî dikare tevahiya pesnê wî bide bihîstin?
- 3
- Xwezî bi wan ku dadperweriyê diparêzin,
 Û hergav ya rast dikin!
- 4
- Çaxê te qencî bi gelê xwe kir, min bibîr bîne ya Xudan,
 Gava ku tu wan rizgar dikî, min jî têxe nav wan.
- 5
- Da ku ez qenciya bijartiyên te bibînim,
 Bi şahiya netewa te şa bim,
 Bi mîrasa te pesindar bim.
- 6
- Wek bav û kalên xwe, me jî sûc kir,
 Me guneh û xerabî kir.
- 7
- Li Misirê, bav û kalên me,
 Karên te yên nedîtî te fêm nekirin,
 Wan zêdebûna qenciyên te fêm nekir,
 Li deryayê, li keviyê Derya Sor serî rakirin.
- 8
- Belê ji bo ku hêza xwe nîşanî wan bide,
 Wî ji bo navê xwe, ew rizgar kirin.
- 9
- Ew li Derya Sor hilat, derya ziwa bû,
 Wek ku li çolê dimeşin,
 Wî ew di kûrahiyan de meşandin,
- 10
- Ew ji destê dijminên wan rizgar kir,
 Ji destê yên ku ji wan nefret dikin xelas kir.
- 11
- Avê dijminên wan nixamt,
 Tu kes ji wan nema.
- 12
- Hingê bawerî bi peyva wî anîn,
 Bi lavijan pesnê wî dan.
- 13
- Belê karên wî zû jibîr kirin,
 Li benda şîreta wî neman.
- 14
- Îcar li çolê azweriya wan zêde bû,
 Li wê derê Xwedê ceribandin.
- 15
- Xwedê ya ku xwestin da wan,
 Belê nexweşînek ku diqedîne kir bela serê wan.
- 16
- Ew li ordîgehê ji Mûsa,
 Û ji veqetandiyê Xudan Harûn, dexisîn,
- 17
- Hingê erd qelişî û Datan daqurtand,
 Alîgirên Avîram nuxamt.
- 18
- Agir bi ser peywirên wan ve bariya,
 Pêtê yên xerab şewitand.
- 19
- Li Horevê conegayek darêjtî çêkirin,
 Û perizîn pûtê bi destan hatiye çêkirin.
- 20
- Wan berziya Xwedê,
 Bi sûretê gayekî ku giya dixwe guhartin.
- 21
- Wan ji bîr kir, Xwedayê ku ew xelas kirî,
 Û li Misirê, karên mezin kirî,
- 22
- Li diyarê Ham karên nedîtî çêkirî,
 Li Derya Sor karên ecêb kirî.
- 23
- Loma wî got, wiyê ew tune bikirana,
 Eger evdê wî yê bijartî Mûsa, li şeqara li pêşberî wî ranewestiya,
 Û xezeba wî neziviranda, wiyê ew tune bikirana.
- 24
- Hingê wan diyarê xweş biçûk dît,
 Bawerî bi sozê wî neanîn.
- 25
- Di konên xwe de kirin mirre mirr,
 Goh nedan gotina Xudan.
- 26
- Loma Xudan destê xwe rakir û sond xwar ku wan,
 Li çolê, li bin gohê erdê xe,
- 27
- Nîjada wan li nav miletan wer ke,
 Wan li welatên cihê belav ke.
- 28
- Hingê wan xwe spart Baalê Peorî,
 Qurbana ku ji miriyan re hatiye dayin xwarin.
- 29
- Bi karên xwe yên xerab Xudan hêrs kirin,
 Û nexweşîna webayê di nav wan de belav bû.
- 30
- Hingê Pînehas rabû û dest avêtê,
 Nexweşîn rawesta.
- 31
- Ev yek ji bo wî rastdarî hat hesibandin,
 Ji nifşekî heta yê din, her û her.
- 32
- Li keviyên ava Merîva, wan cardin hêrs kir Xudan,
 Bela hat serê Mûsa, ji rûyê wan;
- 33
- Çimkî wan êş bi ruhê wî da kişandin,
 Peyvên bêtedbîr ji lêvên wî hatin der.
- 34
- Wek ku Xudan li wan emir kiribû,
 Wan gel helaq nekirin,
- 35
- Belê bi miletan re ketin nav hev,
 Û karên wan hîn bûn.
- 36
- Bi ser de perizîn pûtên wan,
 Bi vî awayî ketin dafika wan.
- 37
- Kurên xwe, keçên xwe,
 Ji cinan re kirin qurban.
- 38
- Ji bo ku ji putên Kenanê re bikin qurban,
 Wan xwîna bêrî ya kur û keçên xwe rijand,
 Welat qirêjî bû bi xwîna wan.
- 39
- Bi vî awayî, bi kirinên xwe, xwe herimandin,
 Bi karê xwe re bêbextî kirin.
- 40
- Hêrsa Xudan li hember gelê wî rabû,
 Û ji mîrasa xwe nefret kir.
- 41
- Wî ew dan destê miletan.
 Yên ku ji wan nefret dikirin, bûn serwer li ser serê wan.
- 42
- Dijminên wan ew pelçiqandin,
 Serî li hemûyan tewandin.
- 43
- Xudan gellek caran ew azad kirin,
 Belê niyeta wan serî hildan bû,
 Û bi sûcên xwe, xwe tune kirin.
- 44
- Gava ku Xudan, bihîst feryada wan,
 Wî nihart li tengahiya wan.
- 45
- Ji bo xatirê wan, peymana xwe bibîr anî,
 Li gor mezinbûna kerema xwe, dilovanî li wan kir.
- 46
- Wî kir ku, yên ew dîl girtine,
 Dilovan bin li hember wan.
- 47
- Ya Xudan, Xwedayê me, me rizgar ke,
 Me ji nav miletan bicivîne.
 Da ku em ji navê te yê pîroz re spas bikin,
 Bi berziya te pesnê xwe bidin.
- 48
- Bila Xwedayê Îsraêlê Xudan,
 Ji berê ve, heta her û her pîroz be!
 Bila tevahiya gel "Amîn!" bêje.
 Pesin ji Xudan re!

