Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Lavij, Zebûra Dawid. 
1
Dilê min bêleq e, ey Xwedê,
Ezê bi hemû canê xwe ji te re lavij û îlahiyan bêjim!
2
Hişyar be, ey lîr, ey çeng,
Ezê seherê hişyar kim!
3
Di nav gelan de, ezê spasiya te bikim ya Xudan,
Pesnê te bidim li nav miletan.
4
Çimkî kerema te, bilindtir e ji ezman,
Dilsoziya te digihîje heta ewran.
5
Ey Xwedê, bilind bibe ser ezmanan,
Bila berziya te binixême tevahiya erdan!
6
Da ku hezkirên te bigihîjin azadiyê,
Bi destê xwe yê rastê rizgar ke, me bibersivîne!
7
Xudan ji dera xwe ya pîroz soz da:
"Ezê bi şahî, Şexemê parî bikim,
Geliyê Sukkotê bipîvim
8
Gîlat ya min e, Manasse jî ya min,
Efrayîm sîpera serê min,
Cihûda gopalê padîşahiya min.
9
Moav legana min a şûştinê ye,
Ezê çaroxa xwe bavêjim ser Edomê,
Ezê bi serketin biqîrim ji bo Filîstê."
10
Kî wê min bibe bajarê bi sûr?
Wê kî riya Edomê nîşanî min bide?
11
Ey Xwedê, ma te em red nekirin?
Ey Xwedê, ma tu êdî bi ordiyên me re naçî?
12
Li hember dijmin ji me re bibe alîkar,
Çimkî vala ye alîkariya mirov.
13
Bi alîkariya Xwedê, emê bi ser kevin,
Ew e, yê ku dipelçiqîne dijminê me.