Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid.
 - 1
 - Ey Xwedayê pesindariya min,
Bêdeng nemîne! - 2
 - Çimkî devê yê xerab û hîlekar,
Li hember min vebû,
Bi zimanê derewkar li ser min dibêjin. - 3
 - Bi gotinên nefretê dor li min pêçan,
Bê sebeb bi min re kirin cengan. - 4
 - Ji dêl hezkirina min, ew min sûcdar dikin,
Hê jî ez ji bo wan dua dikim. - 5
 - Li hember qenciya min, wan xerabî kir,
Nefret kirin ji hezkirina min. - 6
 - Ew dibêjin, "Tu zilamekî xerab deyne ber serê wî,
Li milê wî yê rastê, yekî ku wî sûcdar dike rawestîne! - 7
 - Di dadbarkirinê de bila wî sûcdar derîne,
Dua wî jî guneh binivisîne! - 8
 - Bila jiyê wî kin be,
Yekî din ciyê wî bigire! - 9
 - Bila zarokên wî sêwî,
Jina wî jinebî bimîne! - 10
 - Bila zarokên wî eware bigerin, parsê bikin,
Ji xirbê xwe derkevin, li nan bigerin! - 11
 - Bila hemû malê wî bikeve dahfika selefxur,
Û keda wî, xerîb talan bikin! - 12
 - Bila tu kes qenciyê pê neke,
Tu kes ber sêwiyên wî nekeve! - 13
 - Bila dundana wî rabe,
Nifşek bi şûn ve, navê wan ji holê rabe! - 14
 - Bila sûcên bav û kalên wan, bên bibîranîn li pêş Xudan,
Bila neyê paqijkirin gunehê diya wî! - 15
 - Hergav li pêşberî Xudan be, gunehê wan,
Bila ji ser erdê rake bibîranîna wan! - 16
 - Çimkî bi bîra wî nehat qencîkirin,
Wî cefa bi bindest û bi hejaran da kişandin,
Û kir ku dilşikestiyan bikuje. - 17
 - Wî ji naletê hez kir, nalet lê be!
Kêfa wî ji xêr û pîroziyê re nehat,
Xêr û bereket jê dûr be! - 18
 - Wî naletê wek kinc li xwe kir,
Nelet wek avê ket zikê wî, wek rûn ket hestiyên wî! - 19
 - Bila ew, wek kincekî wî binixême,
Wek şûtikekî wî bipêçe!" - 20
 - Bila van nifirên ku li min dikin,
Ji alî Xudan ve bibe para yên ku min sûcdar dikin! - 21
 - Belê tu, ya Reb Xudan,
Ji bo xatirê navê xwe min rizgar ke;
Kerema te qenc e, min azad ke. - 22
 - Çimkî ez bindest û hejar im,
Ji hundir, ji dil ve birîndar im. - 23
 - Wek siya berê êvarê ez derbas bûm û çûm,
Wek kulî ez hatim hejandin. - 24
 - Çokên min dilerizin ji rojî girtinê;
Ez heliyam, çerm û hestî mam. - 25
 - Ez jî bûm pêkeniya dijminên xwe,
Li min dinêrin, serê xwe dihejînin! - 26
 - Ji min re bibe alîkar, ey Xudan Xwedayê min;
Li gor kerema xwe, xelas ke min! - 27
 - Bila bizanibin ku ev destê te ye,
Ya Xudan, te ev kiriye! - 28
 - Bila ew naletê bînin, tu pîroz ke,
Bila şerm bikin, yên ku êrîşî min dikin,
Wê xizmetkarê te şa bibe. - 29
 - Bila sûcdarkirên min, bêrûmetiyê wergirin,
Bila wek xeftan, bi şerma xwe bên pêçandin! - 30
 - Ezê bi devê xwe, gellek spas bikim ji bo Xudan,
Di nav gel de, pesnê wî bidim; - 31
 - Çimkî ew, li milê rastê yê hejaran radiweste,
Da ku ew wan, ji yên ku canê wan bi mirinê dadbar dikin, rizgar bike. 

