Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 118
- 1
- Ji Xudan re spas bikin, çimkî ew qenc e,
 Kerema wî her û her e.
- 2
- Bila Îsraêl bêje:
 "Kerema wî her û her e!"
- 3
- Bila mala Harûn bêje:
 "Kerema wî her û her e!"
- 4
- Bila yên ji Xuda ditirsin bêjin:
 "Kerema wî her û her e!"
- 5
- Di tengahiyê de min bang kir Xudan;
 Wî ez bersîvandim û derxistim firehiyê.
- 6
- Xudan bi min re ye, nîne tirsa min;
 Mirov dikarin çi bikin bi min?
- 7
- Xudan bi min re ye, ew alîkarê min e,
 Ezê têkçûna dijminê xwe bibînim.
- 8
- Xwespartina Xudan,
 Çêtir e ji ewlebûna mirovan.
- 9
- Xwespartina Xudan,
 Qenctir e, ji ewlebûna bi mîran.
- 10
- Hemû miletan dor li min pêçan,
 Ezê wan bişikênim, bi navê Xudan.
- 11
- Dor li min pêçan, dor li min girtin,
 Ezê wan bişikênim bi navê Xudan.
- 12
- Wek mêşên hingiv dor li min pêçan,
 Wek agirê pûş tefiyan;
 Ezê wan bişikênim bi navê Xudan.
- 13
- Ez hatim defdan, dikira biketam,
 Belê Xudan hat alîkariya min.
- 14
- Xudan hêz û lavija min e,
 Ew bi xwe rizgariya min e.
- 15
- Dengê şahî û serketinê,
 Bilind dibe ji konê rastan:
 "Destê rastê yê Xudan, dike mêrxasiyan!
- 16
- Destê rastê yê Xudan, hatiye berzkirin,
 Destê rastê yê Xudan, dike mêrxasiyan!"
- 17
- Ezê nemirim, ezê bijîm,
 Ezê karên Xudan bêjim.
- 18
- Xudan ez bi şid terbiye kirim,
 Belê wî ez terkî mirinê nekirim.
- 19
- Vekin li min deriyên rastdariyê,
 Da ku ez tê re derbas bibim û ji Xudan re bikim spasiyê.
- 20
- Va ye, ev e deriyê Xudan!
 Yê rast tê re derbas dibin.
- 21
- Ez spasdarê te me, çimkî te bersîva min da,
 Û tu bûyî rizgariya min.
- 22
- Kevirê ku hostayan red kirin,
 Bû kevirê serê rikin.
- 23
- Ev ji alî Xudan ve çêbû,
 Li ber çavê me karek ecêb e!
- 24
- Roja ku Xudan afirandiye, ev e,
 Bi wê em şa û dilşa bin!
- 25
- Ya Xudan, em lava dikin, me rizgar ke,
 Ya Xudan, em lava dikin, me serfiraz ke!
- 26
- Bila pîroz be, yê ku bi navê Xudan tê!
 Em ji mala Xudan, we pîroz dikin.
- 27
- Xudan Xwedê ye, wî em ronahî kirin.
 Goriye bi kertik, bi qiloçê gorîgehê ve girêdin.
- 28
- Xwedayê min tu yî, ez spasî te dikim,
 Tu Xwedayê min î, ez te berz dikim.
- 29
- Ji Xudan re spas bikin, çimkî ew qenc e,
 Kerema wî her û her e.

