Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - (ALEF)
- 1
- Xwezî bi wan ku riya wan paqij e,
 Ew di şerîeta Xudan de rêve diçin.
- 2
- Xwezî bi wan ku şîretên wî digirin,
 Bi hemû dilê xwe li wî digerin!
- 3
- Ew tucar neheqiyê nakin,
 Di riya wî de rêve derin.
- 4
- Şertên ku te danîn,
 Divê serî li ber wan bê danîn.
- 5
- Xwezî ez biryardar bûma,
 Min qanûna te bi cih baniya!
- 6
- Gava min bi cih anîn hemû emrên te,
 Hingê ez şermî nabim li ber te.
- 7
- Çaxê ez hîn bim dadbariyên te yên rastdar,
 Ezê spas bikim ji te re bi dilekî sozdar.
- 8
- Ezê bi cih bînim qanûnên te,
 Tu min bi tevahî bernede!
- (BEYT)
- 9
- Zilamê ciwan riya xwe bi çi paqij dike?
 Bi gohdana peyva te.
- 10
- Bi hemû dilê xwe ez li te geriyam,
 Min ji emrên xwe averê neke!
- 11
- Da ku ez guneh nekim li hember te,
 Min di dilê xwe de veşart gotina te.
- 12
- Ya Xudan tu pîroz î,
 Qanûnên xwe fêrî min ke.
- 13
- Dadbariyên ku derdikevin ji devê te,
 Ez bi lêvên xwe didim bihîstin.
- 14
- Ez şa dibim, li ser şopa şîretên te,
 Wek ku her dewlemendî ya min be.
- 15
- Ezê li ser emrên te bixebitim,
 Û çavên min li riya te be.
- 16
- Ez dilşa dibim bi qanûnên te,
 Jibîr nakim gotina te.
- (GÎMEL)
- 17
- Qenciyê bi evdê xwe bike, da ku ez bijîm,
 Û peyva te bigirim.
- 18
- Çavên min veke,
 Da ku ez harîqayên şerîeta te bibînim.
- 19
- Ez mêvan im li vê dinê,
 Tu emrên xwe ji min veneşêre!
- 20
- Hergav bi bêrîkirina dadbariyên te,
 Dihele dilê min.
- 21
- Tu, yên ku ji emrên te averê dibin,
 Li qureyên bi nalet dihilêyî.
- 22
- Tu, şermî û neheqiya wan ji ser min hilîne,
 Çimkî min, şîretên te girtin.
- 23
- Serok bicivin û li hember min bipeyivin jî,
 Evdê te, wê kûr û dûr bifikire li ser qanûnên te.
- 24
- Şîretên te ji bo min şahî ne,
 Ew ji bo min şêwirmendî ne.
- (DALET)
- 25
- Canê min bi axê ve dizeliqe,
 Li gor peyva xwe, tu min vejîne.
- 26
- Min riyên xwe gotin, te ez bersîvandim;
 Qanûnên xwe fêrî min bike!
- 27
- Bike ku ez şertên te hîn bibim,
 Û li ser harîqayên te bifikirim.
- 28
- Canê min ji kederê dihele,
 Li gor peyva xwe min hêzdar bike!
- 29
- Riya derewê ji min dûr bike,
 Tu bi keremê min hînî şerîeta xwe bike.
- 30
- Min riya dilsoziyê bijart,
 Dadbariyên te danîn ber xwe.
- 31
- Min xwe bi şîretên te ve zeliqand,
 Tu min nede şermê ya Xudan!
- 32
- Te şehrezayiya min zêde kir,
 Ez li riya emrên te, diçim bi bazdan.
- (HE)
- 33
- Tu riya qanûnên xwe hînî min bike, ya Xudan,
 Da ku ez heta dawiyê bigirim wan.
- 34
- Tu şehrezayî bide min, ez şerîeta te bigirim,
 Û ez, bi hemû dilê xwe goh bidimê.
- 35
- Rêberiya min bike li gor emrên xwe,
 Çimkî ez ji wan zewqê distînim.
- 36
- Tu dilê min li şîretên xwe bizivirîne,
 Û wî li qezenca neheq nefetlîne.
- 37
- Tu çavên min ji tiştên vala bizivirîne,
 Û min di riya xwe de vejîne.
- 38
- Ji bo ku ji te bê tirsîn,
 Sozê ku te daye evdê xwe bi cih bîne.
- 39
- Şerma ku ez jê ditirsim ji min dûr bigire,
 Çimkî dadbariyên te qenc in.
- 40
- Min bêriya emrên te kiriye!
 Tu min, bi rastdariya xwe vejîne.
- (VAV)
- 41
- Bila kerema te bigihîje min, ya Xudan,
 Û rizgarkirina te, wek ku te soz da min!
- 42
- Hingê yên ku li min neheqî kirin,
 Wê bersîva xwe bigirin,
 Çimkî min bawerî bi gotina te anî.
- 43
- Peyva rastiyê, bi tevahî ji devê min derneyne,
 Çimkî min hêviya xwe, bi dadbariyên te ve girêda.
- 44
- Ezê şerîeta te,
 Her û her bigirim.
- 45
- Ezê di firehiyê de bimeşim,
 Çimkî ez li şertên te geriyam.
- 46
- Li pêş padîşahan ezê şîretên te bêjim,
 Ezê şermî nebim.
- 47
- Ez ji emrên te zewqê distînim,
 Ez ji wan hez dikim.
- 48
- Ez emrên te gellek dihesibînim, ji wan hez dikim,
 Ezê kûr li ser qanûnên te bifikirim.
- (ZAYÎN)
- 49
- Sozê ku te daye evdê xwe bibîr bîne,
 Bi wî te hêvî dabû min.
- 50
- Di tengahiyê de eve xemrevîna min,
 Sozê te jiyanê dide min.
- 51
- Yên qure bi min pirr tinazên xwe kirin,
 Dîsa ez venegeriyam ji şerîeta te.
- 52
- Çaxê min dadbariyên te yên kevin bibîr anî,
 Ya Xudan, min ji wan teselî deranî.
- 53
- Ji ber yên ku dev ji şerîeta te berdan,
 Hêrsê ez girtime.
- 54
- Li derê xerîbiyê,
 Qanûên te ji min re bûn lavij.
- 55
- Ez bi şev navê te bibîr tînim ya Xudan,
 Şerîeta te digirim.
- 56
- Ya ku ez dikim,
 Ez şertên te digirim.
- (HET)
- 57
- Yê min, para min Xudan e,
 Min soz da ezê peyvên te bigirim.
- 58
- Ez bi hemû dilê xwe li kerema te geriyam.
 Li gor sozê xwe li min were rehmê.
- 59
- Ez li ser riyên xwe fikirîm,
 Min gavên xwe li gor şîretên te avêt.
- 60
- Ji bo ku ez emrên te bigirim,
 Min lezand û ez derengî nemam.
- 61
- Benê xeraban ez pêçam,
 Min şerîeta te jibîr nekir.
- 62
- Ji bo dadbariyên te yên rast,
 Ez ji nîvê şevê ve radibim, dikim spas.
- 63
- Ez ji hemû yên ku ji te ditirsin re heval im,
 Ji hemû yên ku şertên te digirin.
- 64
- Erd bi kerema te tije ye, ya Xudan
 Tu qanûnên xwe hînî min bike.
- (TET)
- 65
- Ya Xudan, li gor peyva xwe,
 Te qencî kir bi evdê xwe.
- 66
- Tu zanîn û şehrezayî bide min,
 Çimkî ez bawerî bi emrên te tînim.
- 67
- Beriya dilkovaniyê, ez ji rê derketibûm,
 Belê niha ez bi gotina te dikim.
- 68
- Tu qenc î û qenciyê dikî;
 Qanûnên xwe hînî min bike.
- 69
- Yên qure li hember min derew kirin,
 Belê ez bi hemû dilê xwe şertên te digirim.
- 70
- Dilê wan bez girt,
 Belê ez ji şerîeta te zewqê digirim.
- 71
- Ji bo min baş bû ku ez ketim;
 Da ku ez qanûnên te hîn bibim.
- 72
- Ji bo min şerîeta devê te,
 Ji hezaran zêr û zîvan çêtir e.
- (YOD)
- 73
- Destên te ez afirandim, ez bi şikil kirim.
 Fêmdariyê bide min, da ku ez emrên te hîn bibim.
- 74
- Yên ku ji te ditirsin bi dîtina min şa dibin,
 Çimkî ez hêviya xwe bi peyva te girê didim.
- 75
- Ez dizanim ya Xudan, dadbariyên te rast in;
 Te ez bi dilsozî nizim kirim.
- 76
- Li gor sozê ku te daye min, evdê xwe,
 Bila hezkirina te ji min re bibe xemrevî.
- 77
- Bila dilovaniya te bê ser min, da ku ez bijîm,
 Çimkî şerîeta te zewqa min e.
- 78
- Bila qure şerm bikin, çimkî wan bi derewan ez sûcdar kirim.
 Ez li ser şertên te difikirim.
- 79
- Bila li min vegerin yên ku ji te ditirsin,
 Yên ku bi şîretên te dizanin.
- 80
- Bila dilê min bêkêmahî qanûnên te bi cih bîne,
 Da ku ez neyêm şermîkirin.
- (KAF)
- 81
- Canê min bêriya rizgarkirina te dike,
 Min hêviya xwe bi sozê te ve girê da.
- 82
- Çavê min li riya sozên ku te dane, qetiya,
 Ez dipirsim, "Ma tê kîngê xemên min birevînî?"
- 83
- Ez bûm wek meşka nav dûmanê,
 Belê ez qanûnên te jibîr nakim.
- 84
- Ma wê heta kîngê bisekine evdê te?
 Tê kîngê dadbar bikî yên ku li min dikin zilim?
- 85
- Qureyên ku li gor şerîeta te nekirin,
 Ji bo min çal çêkirin.
- 86
- Hemû emrên te dilsoz in;
 Bi neheqî tengahiyê didin min, tu were alîkariya min!
- 87
- Hindik mabû min ji rûyê erdê rakin,
 Belê ez terka şertên te nakim.
- 88
- Li gor kerema xwe tu min vejîne,
 Ezê li gor şîreta devê te bikim.
- (LAMET)
- 89
- Peyva te, ya Xudan,
 Her û her dimîne li ezman.
- 90
- Dilsoziya te ji hemû nifşan re dimîne,
 Te erd ava kir, ew didomîne.
- 91
- Li gor biryara te, îro her tişt li ser lingan dimîne,
 Çimkî hemû tişt ji bo xizmeta te ne.
- 92
- Eger şerîeta te ne zewqa min bûya,
 Ezê bi êşên xwe biqediyam.
- 93
- Ez tucar jibîr nakim şertên te,
 Çimkî te bi wan jiyan da min.
- 94
- Ez yê te me, min azad ke,
 Ez li şertên te digerim.
- 95
- Yên xerab, ji bo ku min tune bikin sekinîn,
 Belê ez gohdariya şîretên te dikim.
- 96
- Min sînorê her tekûziyê dît,
 Belê emrên te bêsînor in.
- (MEM)
- 97
- Ez çiqas hez dikim ji şerîeta te!
 Tevahiya rojê li ser wê difikirim.
- 98
- Emrên te, min ji dijminên min şehrezatir kirin,
 Çimkî ew hergav bi min re ne.
- 99
- Ez ji hemû mamosteyên xwe bêtir şehreza me,
 Çimkî şîretên te di fikra min de ne.
- 100
- Ez ji pîran bêtir şehreza me,
 Çimkî li ser şertên te me.
- 101
- Min lingên xwe ji her riya xerab dûr kiriye,
 Da ku ez peyva te bigirim.
- 102
- Ez venegerîm ji dadbariyên te,
 Çimkî te hînî min kirin.
- 103
- Çiqas bi min şîrîn in peyvên te,
 Ji devê min re ji hingiv şîrîntir in gotinên te!
- 104
- Ez bi şertên te şehreza dibim,
 Loma ji her riya derew nefret dikim.
- (NUN)
- 105
- Peyva te ji bo gavên min çira ye,
 Ronahî ye ji bo riya min.
- 106
- Min sond xwar ku ezê dadbariyên te yên rast, bigirim,
 Ezê sonda xwe bigirim.
- 107
- Min gellek kişand, ya Xudan;
 Tu min vejîne li gor sozê xwe.
- 108
- Pesnên ji dil ên ku ji devê min dertên,
 Tu qebûl ke, ya Xudan,
 Tu hînî min bike dadbariyên xwe.
- 109
- Canê min hergav di kefa destê min de ye,
 Dîsa jî ez jibîr nakim şerîeta te.
- 110
- Xeraban li pêş min kozik danîn,
 Dîsa jî ez nezivirîm ji şertên te.
- 111
- Şîretên te her û her ji bo min mîras in,
 Ew şahiya dilê min in.
- 112
- Dilê min, her û her heta dawiyê,
 Ji bo pêkanîna qanûnên te meyildar e.
- (SAMEK)
- 113
- Ez nefret dikim ji zilamê durû,
 Lê ez hez dikim ji şerîeta te.
- 114
- Tu yî star û mertalê min,
 Ez hêviya xwe bi peyva te girê didim.
- 115
- Ey xerabno, ji min dûr bin,
 Da ku ez emrên Xwedayê xwe bînim cih.
- 116
- Li gor sozê xwe tu ji min re bibe destek, da ku ez bijîm;
 Tu nehêle ku ez di hêviya xwe de şermî bibim!
- 117
- Bi min bigire, min rake, da ku ez rizgar bibim,
 Da ku ez hergav bala xwe bidim qanûnên te.
- 118
- Te hemûyên ku ji qanûnên te averêbûn nehesiband,
 Çimkî hîla wan vala ye.
- 119
- Tu hemû xerabên dinê wek çanç davêjî,
 Loma ez hez dikim ji şîretên te.
- 120
- Bedena min dilerize ji tirsa te,
 Ez ditirsim ji dadbariyên te.
- (AYÎN)
- 121
- Min ya rast û dadperwer kir,
 Tu min bi destê xedaran ve bernede!
- 122
- Ji bo qenciyê tu ji evdê xwe re bibe kefîl,
 Da ku min nepelçiqînin yên qure.
- 123
- Çavê min li riya rizgarkirina te,
 Û li benda bicihanîna sozê te yê rastdar qetiya,
- 124
- Li gor hezkirina xwe nêzikahî li min de,
 Û qanûna xwe hînî min bike.
- 125
- Ez evdê te me, tu şehrezayî bide min,
 Da ku ez şîretên te fêm bikim.
- 126
- Dem dema tevgerê ye, ya Xudan,
 Çimkî wan şerîeta te şikand.
- 127
- Loma ez ji emrên te,
 Ji zêr, ji zêrê xas bêtir hez dikim;
- 128
- Loma ez di her tiştî de, hemû şertên te rast dibînim,
 Ji her riya derew nefret dikim.
- (PE)
- 129
- Şîretên te şehane ne,
 Loma canê min wan digire.
- 130
- Ronahî dide, vekirina peyva te,
 Şehrezayî dide zilamên sexik.
- 131
- Min devê xwe vekir û axîn kişand,
 Çimkî ez bêriya emrên te dikim.
- 132
- Çawa ku ji hezkirên navê te re dadperweriya te heye,
 Li min bizivire û ji min re dilovan be.
- 133
- Bi peyva xwe tu gavên min bişidîne,
 Da ku serweriya tu sûcî li ser min nemîne.
- 134
- Tu min xelas ke ji tehdayiya mirov,
 Da ku ez şertên te bigirim.
- 135
- Bila rûyê te ji evdê te re bibiriqe,
 Tu qanûnên xwe hînî min bike.
- 136
- Bi şirrik hêsir ji çavê min dibarin,
 Çimkî ew şerîeta te nagirin.
- (SADE)
- 137
- Tu dadperwer î, ya Xudan,
 Û dadbariyên te rast in.
- 138
- Te şîretên xwe bi dadperwerî,
 Û bi dilsozî emir kirin.
- 139
- Xîretkêşiya min, ez qedandim,
 Çimkî dijminên min, peyva te jibîr kirin.
- 140
- Sozê te gellek xas e,
 Evdê te jê hez dike.
- 141
- Ez nizim û bêrûmet im,
 Belê şertên te jibîr nakim.
- 142
- Rastdariya te, rastdariya her û her e,
 Û şerîeta te rastî ye.
- 143
- Ez ketim nav êş û tengahiyan,
 Belê emrên te zewqa min in.
- 144
- Şîretên te her û her rast in;
 Tu şehrezayî bide, da ku ez bijîm.
- (KOF)
- 145
- Ez bi hemû dilê xwe diqîrim,
 Tu min bibersivîne, ya Xudan!
 Ezê qanûnên te bigirim.
- 146
- Ez bangî te dikim,
 Min rizgar ke,
 Da ez şîretên te bigirim.
- 147
- Ez beriya hilatina rojê radibim û dikim hawar,
 Min hêviya xwe bi peyva te ve girê da.
- 148
- Bi şevan xew nakeve çavê min,
 Da ku ez li ser sozê te bifikirim.
- 149
- Li gor hezkirina xwe dengê min bibihîze, ya Xudan,
 Li gor dadbariya xwe tu min vejîne!
- 150
- Yên ku min bi niyeta xerab dêşînin, nêzik bûn,
 Ew ji şerîeta te dûr in.
- 151
- Belê tu nêzik î, ya Xudan,
 Û hemû emrên te rast in.
- 152
- Min zû ve ji şîretên te fêm kir,
 Ku te ew, ji bo her û her ava kir.
- (REŞ)
- 153
- Li tengahiya min binêre, min rizgar ke,
 Çimkî ez jibîr nakim şerîeta te.
- 154
- Doza min bibîne, min azad ke,
 Li gor sozê xwe min vejîne.
- 155
- Ji xeraban dûr e rizgarî,
 Çimkî ew li qanûnên te negerîn.
- 156
- Dilovaniya te gellek e, ya Xudan,
 Li gor dadbariya xwe bide min jiyan.
- 157
- Yên ku li min zilmê dikin û dijminên min zêde ne,
 Dîsa jî ez ji şîretên te venegeriyam.
- 158
- Çaxê min xayin dîtin, dilê min qeliqî,
 Çimkî ew peyva te nagirin.
- 159
- Binêre, ez çiqas hez dikim ji şertên te,
 Ya Xudan, li gor kerema xwe tu bide min jiyan.
- 160
- Bingeha peyvên te rastî ne,
 Her dadbariya te ya dadperwer, dimîne her û her.
- (SÎN û ŞÎN)
- 161
- Serok, bêsedem li min zilmê dikin,
 Belê dilê min tenê ji peyva te ditirse.
- 162
- Wek zilamê ku xenîmet dîtî,
 Ez bi peyva te şa dibim.
- 163
- Ez ji derewan nefret dikim, dilê min li hev dikeve,
 Belê ez ji şerîeta te hez dikim.
- 164
- Ji bo dadbariyên te yên dadperwer,
 Rojê heft caran pesnê te didim.
- 165
- Yên ku ji şerîeta te hez dikin, aştiyeke mezin dibînin,
 Tu tişt wan naterpilîne.
- 166
- Ya Xudan, min hêviya xwe bi rizgarkirina te ve girê daye,
 Û min emrên te anîne cih.
- 167
- Canê min şîretên te girt,
 Ez gellek ji wan hez dikim.
- 168
- Ez şîret û şertên te digirim,
 Çimkî hemû riyên min li ber te ne.
- (TAV)
- 169
- Ya Xudan, bila bigihîje te feryada min,
 Li gor peyva xwe, tu bide min têgihîştin!
- 170
- Bila lavakirina min bigihîje ber te;
 Li gor sozê xwe tu min azad ke!
- 171
- Bila ji lêvên min spasî bibarin,
 Çimkî te qanûnên xwe hînî min kirin.
- 172
- Bila zimanê min ji peyva te re lavijan bêje,
 Çimkî hemû emrên te rast in.
- 173
- Bila destê te, amade be ji bo alîkariya min,
 Çimkî min şertên te hilbijartin.
- 174
- Min bêriya rizgariya te kir, ya Xudan,
 Û şerîeta te ye, dilşahiya min.
- 175
- Bihêle ez bijîm, da ku ez pesnê te bidim,
 Bila dadbariyên te alîkariya min bikin.
- 176
- Wek miya hundabûyî ez ji rê derketim;
 Tu li evdê xwe bigere,
 Çimkî min emrên te jibîr nekirin.

