Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Lavija Hecê 
1
Ey yê li textê ezmanan rûniştî,
Min çavên xwe li te hildan!
2
Çawa çavên xulaman, li destê axayê wan e,
Çawa çavên qewraşan, li destê xaniman e,
Çavê me jî wusa li Xudan Xwedayê me ye,
Heta ku ew li me tê rehmê.
3
Li me were rehmê, ya Xudan, li me were rehmê;
Çimkî em pirr têr bûn ji zilmê.
4
Ji tinazên yên di rihetiyê de,
Ji neheqiya pozbilindan,
Canê me pirr têr bû.