Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Lavija Hecê. 
1
Yên ku bi Xudan ewle ne, wek çiyayê Siyonê ne,
Bêleq in, her û her li ciyê xwe ne.
2
Wek ku çiyayan, dor li Orşelîmê pêça ne,
Ji niha heta her û her,
Xudan gelê xwe pêça ye.
3
Divê gopalê xeraban,
Li ser axa ku ji bo rastan hatiye veqetandin, nemîne.
Da ku yên rast destê xwe dirêjî xerabiyê nekin.
4
Ya Xudan, tu qenciyê bike,
Ji bo yên baş û dilrastan.
5
Belê yên ku li riya xwe ya xwar diçin,
Xudan wan bi xeraban re ceza dike.
Aştî li ser Îsraêlê be!