Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 135
 - 1
 - Pesnê Xudan bidin!
Pesnê navê Xudan bidin,
Ey evdên Xudan, pesnê Xudan bidin. - 2
 - Ey hûn yên li mala Xudan,
Li hewşa mala Xwedê xizmet dikin,
Pesin bidin! - 3
 - Pesnê Xudan bidin,
Çimkî Xudan qenc e.
Ji navê wî re bistirin,
Çimkî şîrîn e. - 4
 - Xudan ji bo xwe Aqûb bijart,
Îsraêlê jî wek milkê xwe. - 5
 - Ez dizanim, Xudan mezin e,
Rebê me di ser hemû îlahan de ye. - 6
 - Li erdê û li ezman,
Li derya û hemû kûrahiyan,
Xudan her daxwaza xwe bi cih tîne. - 7
 - Ew ji çaraliyên erdê ewran bilind dike,
Ji bo baranê birûskan çêdike,
Ji embarên xwe bayê radike. - 8
 - Wî ji mirov heta heywanan,
Hemû nuxwiriyên Misirê kuştin. - 9
 - Li nav te, ey Misir!
Wî ji Fîrewn û hemû wezîfedarên wî re,
Nîşan û karên nedîtî şand. - 10
 - Wî li gellek miletan xist,
Padîşahên hêzdar kuştin. - 11
 - Wî padîşahê Amoriyan Sîhon,
Padîşahê Başanê Og,
Û hemû padîşahiyên Kenanê kuşt. - 12
 - Wî ciyê wan wek mîras,
Bi mîrasî da gelê xwe Îsraêl. - 13
 - Ya Xudan, navê te her û her dimîne,
Ya Xudan, bîranîna te, her û her didomîne. - 14
 - Wê Xudan gelê xwe biparêze,
Û dilovaniyê li evdên xwe bike. - 15
 - Pûtên miletan ji zîv û zêr in,
Karên destê mirov in. - 16
 - Devê wan heye, napeyivin,
Çavên wan hene, nabînin, - 17
 - Gohên wan hene, nabihîzin,
Di devê wan de, hilm nîne. - 18
 - Yên ku wan çêdikin û yên ku xwe dispêrin wan,
Ew jî wê bibin mîna wan! - 19
 - Ey mala Îsraêl, pesnê Xudan bidin!
Ey mala Harûn, pesnê Xudan bidin! - 20
 - Ey mala Levî, pesnê Xudan bidin!
Ey yên ku ji Xudan ditirsin, pesnê Xudan bidin. - 21
 - Xudanê ku li Orşelîmê rûdinê,
Bila ji Sîyonê bê pesindan!
Pesnê Xudan bidin! 

