Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 136
 - 1
 - Ji Xudan re spas bikin, çimkî ew qenc e;
Kerema wî her û her e! - 2
 - Ji Xwedayê îlahan re spas bikin;
Kerema wî her û her e! - 3
 - Ji Rebê reban re spas bikin;
Kerema wî her û her e! - 4
 - Tenê ew karên nedîtî dike;
Kerema wî her û her e! - 5
 - Bi şehrazayiya xwe wî ezman afirand;
Kerema wî her û her e! - 6
 - Wî erd li ser avan belav kir;
Kerema wî her û her e! - 7
 - Ronahiyên mezin wî afirand;
Kerema wî her û her e! - 8
 - Wî tav afirand, da ku serwerî li rojê bike;
Kerema wî her û her e! - 9
 - Ji bo serweriya şevê, wî heyv û stêr afirand;
Kerema wî her û her e! - 10
 - Wî li Misirê nixuriyan kuşt;
Kerema wî her û her e! - 11
 - Bi destê xwe yê hêzdar, zendê xwe yê dirêj;
Kerema wî her û her e! - 12
 - Îsraêlê ji navbera wan deranî;
Kerema wî her û her e! - 13
 - Wî Derya Sor kir du şeq;
Kerema wî her û her e! - 14
 - Kir ku Îsraêl di nav re derbas bibe;
Kerema wî her û her e! - 15
 - Wî Fîrewn û ordiya wî avêt Derya Sor;
Kerema wî her û her e! - 16
 - Wî gelê xwe li çolê meşand;
Kerema wî her û her e! - 17
 - Wî li padîşahên mezin xist;
Kerema wî her û her e! - 18
 - Wî padîşahên navdar kuşt;
Kerema wî her û her e! - 19
 - Wî padîşahê Amoriyan Sîhon;
Kerema wî her û her e! - 20
 - Û padîşahê Başanê Og kuşt;
Kerema wî her û her e! - 21
 - Û ciyên wan bi mîrasî;
Kerema wî her û her e! - 22
 - Ji evdê xwe Îsraêl re mîras hêşt;
Kerema wî her û her e! - 23
 - Yê ku di tengahiya me de, me bibîr tîne ew e;
Kerema wî her û her e! - 24
 - Û me ji dijminên me rizgar dike;
Kerema wî her û her e! - 25
 - Yê ku xwarinê dide hemû canan ew e;
Kerema wî her û her e! - 26
 - Ji Xwedayê ezmanan re spas bikin;
Kerema wî her û her e! 

