Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 147
 - 1
 - Pesnê Xudan bidin!
Çiqas qenc û xweş e ku em bi lavijan pesnê Xwedayê xwe bidin!
Pezindan bi wî dikeve. - 2
 - Yê ku Orşelîmê ava dike Xudan e,
Ew, surgûnên Îsraêlê dide hev. - 3
 - Ew dilşikestiyan baş dike,
Û birînên wan dipêçe. - 4
 - Ew hejmara stêran kifş dike,
Bi navê her yekê ji wan, bang lê dike. - 5
 - Rebê me mezin û gellek hêzdar e,
Sînor ji têgihîştina wî re nîne. - 6
 - Xudan bindestan radike,
Xiraban li bin gohê erdê dixe. - 7
 - Bi spasî ji Xudan re lavijan bistrînin,
Bi çengê, bi lavijan pesnê Xwedayê me bidin. - 8
 - Ew, bi ewran ezmanan dinixême
Ew amade dike baranê, ji bo rûyê erdê,
Ew li çiyayan giya dertîne. - 9
 - Ew qûtê heywanan dide wan,
Têjika qirê ya ku diqîre têr dike. - 10
 - Ew ji hêzdariya hespê kêf nastîne,
Ji lingên mirov razî nîne. - 11
 - Xudan, ji yên ku ji wî ditirsin,
Ji yên ku hêviya xwe bi kerema wî ve girê didin, razî ye. - 12
 - Ey Orşelîm, Xudan berz bike!
Ey Sîyon, pesnê Xwedayê xwe bide! - 13
 - Çimkî wî, hesinên deriyên te zexim kir,
Zarokên nav te pîroz kir. - 14
 - Ew aştiyê dide sînorên te,
Bi genimê herî baş, têr dike te. - 15
 - Ew fermana xwe dişîne dinê,
Peyva wî zû belav dibe. - 16
 - Ew, wek livvayê berfê dibarîne,
Wek xweliyê cemedê direşîne. - 17
 - Ew zîpika gir ji jor ve dibarîne,
Kî dikare li ber serma wî bisekine? - 18
 - Ew peyva xwe dişîne, wan dihelîne,
Bayê radike, avan diherikîne. - 19
 - Ew peyva xwe digihîne Aqûb,
Qanûn û rêznameyên xwe radigihîne Îsraêlê. - 20
 - Wî ji bo tu miletî weha nekir,
Ew dadbariyên wî nizanin.
Pesnê Xudan bidin! 

