Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûr 150 
1
Pesnê Xudan bidin!
Li perestgeha wî ya pîroz pesnê Xwedê bidin!
Li ezmanên ku hêzdariya wî nîşan didin, pesnê wî bidin!
2
Ji bo karên wî yên hêzdar pesnê wî bidin!
Li gor mezinahiya wî ya bêdawî pesnê wî bidin!
3
Bi dengê boriyê pesnê wî bidin!
Bi çengê û bi lîrê pesnê wî bidin!
4
Bi tefê û bi reqsê pesnê wî bidin!
Bi saz û bi neyê pesnê wî bidin!
5
Bi dengê zengilan pesnê wî bidin!
Bi zengilên dengdar pesnê wî bidin!
6
Bila hemû yên bi nefes, pesnê Xudan bidin!
Pesnê Xudan bidin.