Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Mîktama Dawid.
- 1
- Min biparêze ya Xudan,
 Çimkî ez xwe dispêrim te.
- 2
- Min ji Xudan re got, "Tu yî efendiyê min,
 Xên ji te kes nîne ku qenciyê bike bi min."
- 3
- Heçî pîroz û esilzadeyên dinê ne,
 Hemû şahiya min bi wan e.
- 4
- Yên ku li pey îlahên din digerin, wê derdê wan zêde be.
 Ezê goriyên wan ên xwînê nerêjim.
 Navê wan bi devê xwe nebêjim.
- 5
- Ya Xudan,
 Tu nesîb û para kasa min î.
 Pardarê jiyana min î.
- 6
- Çi cihên berdar bûn para min,
 Erê, çi xweşik e mîrasa min.
- 7
- Pesnê te didim, Xudanê ji bo min şîretdar,
 Bi şevan jî dilê min ji min re dibe hîndar.
- 8
- Ez hergav Xudan datînim pêş xwe,
 Ji ber ku li milê min ê rastê ye, min nedî lerz li xwe.
- 9
- Ji ber vê hundirê min bi kêf, dilê min şa ye,
 Bedena min di ewlehiyê de ye.
- 10
- Çimkî tu min li diyarê miriyan terk nakî,
 Ji rizîbûna pîrozê xwe re dil nakî.
- 11
- Tu min haydar dikî ji riya jînê,
 Têr şahî heye li pêşberî te,
 Kêm nabe şahî li rastê te.

