Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Duayek Dawid.
- 1
- Ya Xudan, li doza heq gohdarî bike,
 Feryada min bibihîze!
 Goh bide dua min a ji lêvên bêhîle!
- 2
- Tu min mafdar derîne,
 Çimkî çavê te rastiyê dibîne.
- 3
- Te ceriband dilê min,
 Bi şev ez sehitandim,
 Bi îmtihankirina min,
 Te xerabiyek nedît;
 Min niyet kir, ya xerab dernakeve ji devê min.
- 4
- Herçî kirinên kesên din in,
 Bi gohdana gotina te,
 Ji riyên zordariyê reviyam.
- 5
- Min bi gavên şidayî da ser riya te,
 Neşemitîn lingên min.
- 6
- Min bangî te kir ey Xwedê,
 Çimkî tu bersîv didî min;
 Goh bide, gohdar be li gotina min!
- 7
- Ey tu, yên ku xwe dispêrinê,
 Bi destê xwe yê rastê, wan ji dijminên wan xelas dike!
 Kerema xwe ya mezin nîşan de.
- 8
- Min biparêze wek bîbikê çavan;
 Ji êrîşkirina xeraban,
- 9
- Ji dijminên ku dora min rapêçane,
 Di bin siya bazkên xwe de min veşêre.
- 10
- Dilê wan dohn girtiye,
 Bi devê xwe bi quretî dibêjin.
- 11
- Niha dor li me dipêçin, li pey şopa me ne,
 Ji bo me li erdê xin çav li ser me ne.
- 12
- Wek şêrekî li benda perçekirinê,
 Wek şêrekî ciwan ê ku rûniştiye di kemînê.
- 13
- Rabe ya Xudan, pêşî li wan bigre, wan hilweşîne!
 Canê min bi şûrê xwe ji xeraban,
 Bi destê xwe ji mirovan, ya Xudan,
 Ji zilamên dinê bifilitîne.
- 14
- Yên ku para wan a jînê ji vê dinê ye,
 Bila zikê wan bi cezayê ku tê bidî tije bimîne,
 Bila zarokên wan jî bixwin û têr bibin,
 Yê mayî ji nevîyên wan re bimîne.
- 15
- Ezê bi saya rastdariyê rûyê te bibînim,
 Gava hişyar bim, bi dîdara te têr bibim.

