Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid e.
 - 1
 - Di roja teng de, bila Xudan bide bersîva te
Bila navê Xwedayê Aqûb te bilind bike. - 2
 - Bila ji dera pîroz ji te re bişîne alîkarî,
Ji Siyonê ji te re bibe hêzdarî. - 3
 - Bila hemû goriyan bibîr bîne,
Goriyên şewitandî bipejirîne! - 4
 - Bila bi dilê xwe bide te,
Hemû şîretên te bi cih bîne! - 5
 - Hingê emê, serketina te bi şahî pîroz kin,
Bi navê Xwedê alên xwe rêz kin.
Bila Xudan hemû daxwazên te bi cih bîne. - 6
 - Niha ez hîn bûm, Xudan ji meshkiriyê* xwe re rizgariyê tîne.
Bi hêza destê xwe yê rastê,
Ji ezmanên pîroz wî dibersivîne. - 7
 - Hin bi erebên xwe yên şer,
Hin bi hespên xwe pesnê xwe didin.
Belê em navê Xudan Xwedayê xwe hildidin. - 8
 - Ew xwar bûn, dikevin;
Em rabûn, ripîrast in. - 9
 - Ya Xudan, ji padîşah re rizgariyê bîne!
Gava me bang kir, me bibersivîne! 

