Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid.
- 1
- Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez berdam?
 Çima tu dûr î,
 Ji rizgarkirina min, ji nalînên gotina min?
- 2
- Ey Xwedayê min, ez bi roj gazî te dikim, tu nadî bersîva min,
 Û bi şevan, nîne tu rihetiya min.
- 3
- Herçî tu yî, tu pîroz î.
 Li ser textê pesindana Îsraêl î.
- 4
- Bi te ewle bûn bav û kalên me.
 Xwe spartin te, te ew azad kirin.
- 5
- Bi lavakirina te rizgar bûn,
 Bi te ewle bûn, şermî nebûn.
- 6
- Ez ne mirov im, kurmê axê me.
 Milet min biçûk dibîne, rûreşê xelqê me.
- 7
- Tinazan bi min dike kesê ku min dibîne,
 Dibişire, serê xwe dihejîne û dibêje:
- 8
- "Xwe spartiye Xudan, ka bila wî azad ke,
 Madem Xudan jê hez dike, bila wî xelas ke!"
- 9
- Tu yî, yê ku ez deranîm ji malzaroka dê,
 Te ez parastim li ber pêsîra dê.
- 10
- Ji bûyinê ve ez hatime spartin li te,
 Hê ji malzarokê ve, Xwedayê min tu yî.
- 11
- Ji min dûr nekeve, çimkî nêzik e tengahî
 Nîne kesê ku bike alîkarî.
- 12
- Boxeyan dor pêçane li min,
 Boxeyên Başan ên hêç, dor girtine li min.
- 13
- Wek şêrê ku bi humîn perçe dike nêçîra xwe,
 Vekirine li min devê xwe.
- 14
- Ez hatim rêtin wek avê,
 Hemû hestiyên min derketin ji movikan,
 Dilê min wek şimayê, dihele di hundirê min de.
- 15
- Wek perçê qafikê, ziwa bû hêza min,
 Zeliqî ziman, bi ezmanê devê min;
 Te ez danîm ser axa mirinê.
- 16
- Dora min pêça kuçikan,
 Hawirdor girtin xeraban,
 Dest û lingên min qul kirin.
- 17
- Dikarim bijmêrim hemû hestiyên xwe,
 Çavê xwe zoq kirine, li min dinêrin.
- 18
- Li hev par dikin kincên min,
 Pişk davêjin li ser lîbasê min.
- 19
- Belê tu ya Xudan, dûr nemîne;
 Ey hêza min, zû alîkariyê bi min bigîhîne!
- 20
- Tu canê min ji şûr,
 Canê min ji pença kuçikê azad ke!
- 21
- Tu min ji devê şêr xelas ke,
 Erê, te ji qiloçên boxê kûvî,
 Bersîva min da!
- 22
- Ezê navê te ji birayên xwe re bêjim,
 Li nav civatê pesnê te bêjim.
- 23
- Ey hûn, yên ji Xudan ditirsin, jê re şûkûr bikin!
 Ey hûn, hemû nîjada Aqûb, wî berz bikin!
 Ey hûn, hemû nîjada Îsraêl, jê bitirsin!
- 24
- Çimkî wî, derdê yê ketî kêm nedît û dil jê neqeliqî,
 Berê xwe lê nezivart;
 Gava ku lê kir hawar, ew bihîst.
- 25
- Di civata mezin de şikirkirina min ji te re ye,
 Li pêş yên ku ji te ditirsin, ezê sozên xwe bînim cih.
- 26
- Wê yên feqîr bixwin û têr bibin,
 Yên li Xudan digerin wê pesnê wî bidin.
 Bila dilê me her û her bijî!
- 27
- Wê çar aliyên dinê bibîr bîne û vegere Xudan,
 Û hemû milet wê li pêş te herin ser çokan.
- 28
- Çimkî padîşahî ya Xudan e,
 Karê wî serweriya hemû miletan e.
- 29
- Wê hemû dewlemendên dinê têr bibin,
 Û li ber wî herin ser çokan.
 Hemû yên ku diçin axê,
 Û yên ku nikarin ji mirina xwe re bibin asteng,
 Wê li pêş wî herin ser çokan.
- 30
- Nifşên bê, wê ji wî re bikin evdî,
 Wê Xudan, ji nifşên pêş re bê gotin.
- 31
- Ewê bên,
 Kirin û edaleta wî,
 Ji gelê ku hê çênebûye re bêjin.

