Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûra Dawid.
 - 1
 - Min mafdar derîne ya Xudan,
Çimkî ez di riya rast de meşiyam;
Bê çivçivandin min baweriya xwe anî bi Xudan. - 2
 - Min biceribîne ya Xudan, min îmtihan bike.
Dilê min, fikrên min sihêtî bike. - 3
 - Çimkî hezkirina te ye hergav li pêş çavê min,
Dilsoziya te rêberî dike li min. - 4
 - Rûneniştim ez li ba derewkaran,
Û min neda pey durûyan. - 5
 - Nefret dikim ez ji koma xeraban,
Tu car nakevim nava fesadan. - 6
 - Min bi bêsûcî şûştin destê xwe,
Ezê bigerim li dora perestgeha te ya Xudan, - 7
 - Heta ku ez bibîhîzim dengê te yê bi şûkran,
Û herîqayên te bikim îlan. - 8
 - Ez hez dikim ya Xudan ji mala te,
Li dera ku rawestî berziya te. - 9
 - Tu nestîne canê min bi gunehkaran,
Û jiyana min bi xwînxwaran. - 10
 - Yê wan, xerabî ye di destê wan,
Destê wan ê rastê tije ye bi bertîlan. - 11
 - Belê ez dijîm bi durustî,
Min xelas ke, ber min bikeve tu jî. - 12
 - Lingê min li dera rast e.
Di civatê de ezê pesnê te bidim ya Xudan. 

