Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûra Dawid.
- 1
- Ya Xudan, ez gazî te dikim,
 Ey zinarê min, tu negire gohê xwe li min;
 Eger tu gohê xwe nedî min,
 Ezê bibim wek wanên ku dişeqitin gorê.
- 2
- Gava ku min li te kir hawar,
 Destên xwe vekir li pêş perestgeha te ya pîroz,
 Bibihîze dengê hawara min.
- 3
- Min bi xerab û fesadîkiran re,
 Neke eynî mêzînê.
 Ew ji cîranên xwe re aştî dibêjin,
 Belê di dilê wan de xerabî heye.
- 4
- Li gor kirinên wan, li gor karên wan ên xerab bide wan;
 Li gor karên destê wan, ya ku heq kirine tu bide wan.
- 5
- Madem ku ew bala xwe nadin karên destê wî,
 Û nahesibînin kirinên Xudan,
 Ewê hilweşîne, ava neke wan.
- 6
- Pîroz be Xudan,
 Çimkî wî bihîst dengê hawara min.
- 7
- Hêz û mertalê min e Xudan,
 Dilê min bi wî ewle, bi wî alîkarî dît.
 Bi şabûna dilê xwe,
 Spas dikim jê re bi îlahiyan.
- 8
- Xudan, hêza gelê xwe ye,
 Kela rizgariya mesîhê xwe ye.
- 9
- Gelê xwe rizgar ke, mîrasa xwe pîroz ke;
 Şivantiyê bike li wan û hergav hilgire wan!

