Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûra Dawid, Maskîl.
 - 1
 - Xwezî bi wî ku serhildana wî hatiye bexişandin,
Gunehê wî hatiye nixamtin! - 2
 - Xwezî bi wî ku Xwedê jê re guneh nenivîsandiye,
Di ruhê wî de hîle nîye! - 3
 - Heta ku min sûcê xwe li xwe dananî,
Tevahiya rojê ji nalînê,
Hestiyên min heliyan. - 4
 - Çimkî şev û roj,
Destê te li ser min giran bû.
Derman di çokê min de nema, wek ziwahiya havînê. - 5
 - Min ji te re diyar kir gunehê xwe,
Min nenuxamt sûcê xwe.
Min ji Xudan re got, "Ezê serhildanên xwe bêjim."
Te bexişand sûc û gunehên min. - 6
 - Loma bila her evdê te yê dilsoz
Gava ku hewcedar e bi dua ji te bixwazin.
Da ku negihîje wan rabûna avên mezin. - 7
 - Tu yî stara min,
Tu min diparêzî ji tengahiyan,
Bi îlahiyên rizgariyê dipêçî dora min. - 8
 - Ezê te perwerde bikim, riya ku diçîyê hînî te bikim,
Şîret li te bikim,
Çavê min li ser te ye. - 9
 - Bêfêm nebin wek hesp û hêstiran;
Lixab û hevsar lazim e ji bo girtina wan,
Yan na, ew nêzik nabin mirovan. - 10
 - Gellek e kedera xeraban,
Belê hezkirin dipêçe, dora yên ku xwe dispêrin Xudan. - 11
 - Ey rastno, bi Xudan şa bin, dilşa bin;
Ey dilpakno,
Hemû bi şahî biqîrîn! 

