Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 33
- 1
- Ey rastno, bi Xudan şa bin!
 Şikirkirin bi rastan dikeve.
- 2
- Çengê lêxin spasî bidin Xudan,
 Bi santûra deh têl jê re bêjin îlahiyan.
- 3
- Ji wî re îlahiyek nû bêjin,
 Bi dengekî bilind û xweş bêjin.
- 4
- Çimkî ripîrast e gotina Xudan,
 Bi dilsozî dike ew her karan.
- 5
- Ji rastî û edaletê hez dike,
 Heskirina wî dinê tije dike.
- 6
- Ezman bi peyva Xudan,
 Roj û heyv û stêr, bi hilma wî hatin afiran.
- 7
- Ew avên deryayê li hev dicivîne,
 Avên kûr di sarincan de bi ser hev tîne.
- 8
- Bila bitirse hemû erd ji Xudan,
 Hurmetê jê re nîşan bide herkesê li tevahiya cîhan.
- 9
- Çimkî wî got û her tişt çêbû;
 Wî ferman kir her tişt xuya bû.
- 10
- Xudan xera dike şêwra miletan,
 Vala dertîne fikrên gelan.
- 11
- Şêwra Xudan her û her e,
 Fikra dilê wî, di dema tu nifşî de naguhere.
- 12
- Xwezî bi wî miletî ku Xwedayê wî Xudan e,
 Ew gel ku wî wek mîras hilane!
- 13
- Ji ezmanan dinihêre Xudan,
 Ew dibîne hemû mirovan.
- 14
- Ji dera runiştî,
 Dinihêre li hemû yên li ser erdê rûniştî.
- 15
- Ew e yê ku dilê her kesî afirand,
 Ew fêm dike hemû karên mirovan.
- 16
- Padîşahê ku bi pirrbûna leşkerên xwe xelas dibe tune,
 Mêrxasê ku bi pirrbûna hêza xwe xelas bûne li kune?
- 17
- Ji bo xelasiyê hesp tiştek vala ye,
 Bi hêza xwe ya mezin ne xelasiya tu kesa ye.
- 18
- Belê çavê Xudan li ser wan e ku ji wî ditirsin,
 Li ser wan e ku hêviya xwe bi kerema wî ve girê didin;
- 19
- Heta ku, ew xelas dike canê wan ji mirinê,
 Wan dide jiyîn dema xela û tunebûnê.
- 20
- Li benda Xudan e canê me,
 Ew e alîkar û mertalê me.
- 21
- Çimkî bi wî şa ye dilê me,
 Bi navê wî yê pîroz e ewlehiya me.
- 22
- Me hêviya xwe bi te ve girêda ye, ya Xudan,
 Bila kerema te be li ser me hemûyan!

