Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, ji bo bibîranînê, Zebûra Dawid e. 
1
Bi hêrsa xwe li min nehilê ya Xudan,
Bi xezeba xwe min perwerde neke!
2
Tîrên te li min ketin,
Û destê te bi giranî li ser min.
3
Ji ber xezabe te, nema sihet di bedena min,
Ji ber gunehê min, nema rihetî di hestiyê min.
4
Çimkî gunehên min, zêde bûn ji serê min,
Wek barekî giran, giran bûn li ser pişta min.
5
Ji ber bêaqiliya min,
Birînên min bi kul û kêm in.
6
Ez xwar û piştxuz bûm,
Tevê rojê digerim şîndar.
7
Çimkî ez dişewitim ji ber agir,
Vê jî siheta bedena min bir.
8
Nema taqeta min, ez pirr pelçiqîm.
Nalînên min, ji ber êşa dilê min.
9
Ya Xudan, tu dizanî bi hemû daxwaza min,
Ji te ne veşartî ne, nalînên min.
10
Dilê min lêdixe, hêza min kêm dibe,
Ronahiya çavan nema li ba min.
11
Dost û hezkirên min, direvin ji birîna min,
Bi ser min nakevin merivên min.
12
Yên li kuştina min digerin, danîn li ber min kozik,
Yên li xesara min digerin, gotinên xerab dibêjin.
Şeveroj hîle difikirin.
13
Belê ez wek kerrekî nabihîzim,
Wek bêzimanekî devê xwe venakim;
14
Wek yekî ku nabihîze,
Û di dev de bersîva wî tune.
15
Çimkî hêviya min tu yî, ya Xudan,
Tê bidî bersîva min, ya Reb Xwedayê min!
16
Çimkî min got, "Bila bi halê min nebin kêfxweş,
Pozbilindiyê nekin bi şemitîna lingê min!"
17
Ez dikim bikevim,
Êşê daye dilê min.
18
Ez bi devê xwe dibêjim sûcê xwe,
Bi keder im ji ber gunehê xwe.
19
Belê dijminên min bi hêz û li ser xwe ne,
Yên ku bi neheqî ji min nefret dikin zêde ne.
20
Yên ku li hember qenciyê dikin xerabî, ji bo min bûne dijmin,
Ji ber ku ez li gor qenciyê dikim.
21
Tu min bernede, ya Xudan!
Ey Xwedayê min, dûr nemîne ji min!
22
Bazde alîkariya min,
Ya Xudan, tu yî rizgariya min.