Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, Zebûra lawên Korah e. 
1
Ey hemû miletno, li çepikan xin!
Bi stranên şahiyê biqîrin ji Xwedê re!
2
Çimkî Xudan, Yê Herî Berz e, tirsdar e,
Li ser tevahiya erdê, padîşahê mezin e.
3
Ew miletan dike bin me,
Ummetan dike bin lingê me.
4
Wî mîrasa me ji bo me bijart,
Serbilindiya Aqûbê ku wî jê hez dikir.
5
Xwedê bi qîrîna şahiyê,
Xudan bi dengê boriyê bilind bû.
6
Pesnê Xwedê bidin, bidin pesnê wî;
Pesnê padîşahê me bidin, pesnê wî bidin!
7
Çimkî Xwedê padîşahê hemû dinê ye,
Bi têgihîştin, bidin pesin!
8
Xwedê li ser textê xwe yê pîroz rûdinê,
Padîşahî dike li ser hemû miletan.
9
Serokên miletan, li hev civiyan,
Ji bo ku bibin milet ji bo Xwedayê Brahîm;
Çimkî mertalgirên erdê, yên Xwedê ne.
Ew gellek mezin e.