Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûra Asaf.
 - 1
 - Ew, Xwedê, Xudan dibêje;
Bang li hemû erdê dike,
Ji dera ku roj hiltê û heta dera ku diçe ava. - 2
 - Li bendava rindiyê, li Siyonê,
Dibiriqe Xwedê. - 3
 - Xwedayê me tê, bêdeng namîne,
Agirê li pêş wî dişewitîne,
Û der û dora wî bager û bahoz. - 4
 - Da ku gelê xwe dîwan bike,
Ew bangî ezmanê jor û erdê dike: - 5
 - "Li pêş min bicivînin evdên min ên dilsoz,
Yên ku bi gorîdanê ji min re dane soz." - 6
 - Ezman rastiya wî didin bihîstin,
Çimkî dadbar Xwedê bi xwe ye. - 7
 - "Ey gelê min gohdar be ez bêjim,
Ey Îsraêl, ez ji te re şahidî bikim:
Ez Xwedê me, Xwedayê te ez im!" - 8
 - Ji ber qurbanên te ez erzê te naşkînim,
Goriyên te yên şewitandî, hergav li pêş min in. - 9
 - Ez ne ji mala te boxeyan,
Ne jî ji gomên te bizinan dibim. - 10
 - Çimkî heywanên hemû daristanan,
Yên min in, dewarên li hezaran çiyan. - 11
 - Bi hemû çivîkên çiyan ez dizanim,
Yên min in, pezkuviyên çolan. - 12
 - Ez birçî bibûma, min ji te re nedigot,
Çimkî hemû dinya û tijebûna wê ya min e. - 13
 - Ma ez goştê boxeyan dixwim?
An xwîna bizinan fir dikim? - 14
 - Tu goriya spasiyê pêşkiş bike Xwedê,
Sozên ku te dane Yê Herî Berz, bîne cih. - 15
 - Di roja xwe ya teng de gazî min bike,
Ezê te rizgar bikim, tê rûmetê bidî min. - 16
 - Belê Xwedê, ji yê xerab re dibêje:
"Bi çi mafî tu ji qanûna min qal dikî,
An peymana min digirî devê xwe? - 17
 - Tu ji hîndariya min nefret dikî,
Û gotinên min davêjî pişt gohê xwe. - 18
 - Gava ku tu dizekî dibînî, tu bi wî re li hev dikî,
Bi zînakaran re dibî hevpar. - 19
 - Devê xwe serbest berdidî bo xerabiyê,
Bi zimanê xwe dikî hîlekariyê. - 20
 - Tu rûdinî, diaxivî li hember birayê xwe,
Buxtanan davêjî kurê diya xwe. - 21
 - Te ev kirin, ez bêdeng mam,
Te got qey ez wek te me.
Belê ez erzê te dişikînim,
Hemû sûcên te li ber te datînim. - 22
 - "Vê fêm bikin, hûn, ey yên Xwedê ji bîr kirine!
An ezê we perçe bikim, kesî we rizgar ke nîne. - 23
 - Her kî ku bide goriya spaskirinê, ew min bi rûmet dike;
Yê ku li riya rast diçe, ezê rigarkirina xwe nîşanî wî bidim." 

