Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - "Dawid hatiye mala Avîmelek."
- 1
- Bo çi tu bi xerabiyê pesnê xwe didî, ey zordar?
 Kerema Xwedê her û her e.
- 2
- Ji zimanê te fesadî tê der
 Wek dûzana tûj hîlekar e.
- 3
- Tu ji qenciyê bêtir xerabiyê,
 Ji rastiyê bêtir ji derewan hez dikî.
- 4
- Tu, ey zimanê hîlekar!
 Tu hez dikî ji her gotina xerakar.
- 5
- Belê wê Xwedê, te her û her hilweşîne,
 Wê bi te bigire û te ji konê te derîne,
 Ji diyarê jiyanê koka te bişkivîne.
- 6
- Wê yên rast, vê bibînin û bitirsin,
 Pê bikenin û weha bêjin:
- 7
- "Vî zilamê ha, xwe nespart Xwedê,
 Bi pirrbûna serweta xwe ewle bû,
 Û xwe spart dewlemendiyê!"
- 8
- Belê ez, li mala Xwedê wek dara zeytûnê ya şîn im,
 Hergav û her û her bi kerema Xwedê ewle me.
- 9
- Ez hergav ji te re spasdar im, çimkî te ev kir,
 Li pêş evdên te yên dilsoz, bi navê te hêvîdar im,
 Çimkî ew qenc e.

