Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - zilam şandin.
 - 1
 - Min xelas ke ji dijminên min, ey Xwedê,
Li hember dijminan bibe keleha min. - 2
 - Min azad bike ji sûcdaran,
Min xelas ke ji xwîndaran. - 3
 - Îcar niha, dixwazin jiyana min bistînin,
Yên hêzdar li hember min dicivin,
Belê, ne min serî hilda û ne jî min guneh kir, ya Xudan. - 4
 - Bi ser ku ez bêrî me,
Xwe amade dikin, ji bo êrîşkirina min.
Rabe, hişyar be, were alîkariya min! - 5
 - Û tu ya Xudan, Xwedayê ordiyan,
Xwedayê Îsraêlê,
Hişyar be, hemû mîletan bitoqlîne,
Ber tu kesê xayîn û xerab nekeve! - 6
 - Êvarê vedigerin, wek kûçikan dikin xirrîn,
Û li bajêr digerin. - 7
 - Ji devê wan xerabî dibare,
Şûr dertên ji lêvên wan.
"Ma wê kî bibihîze?" dibêjîn. - 8
 - Belê tu, bi wan dikenî ya Xudan,
Şa dibî bi hemû netewan. - 9
 - Hêza min tu yî, ezê li te binêrim,
Çimkî Xwedê birca min a bilind e. - 10
 - Xwedayê mîn, bi kerema xwe tê pêşiya min,
Ew nîşanî min dide hilweşîna dijminê min. - 11
 - Wan nekuje, da ku gelê min jibîr neke,
Bi hêza xwe wan belav ke û bixîne,
Ya Reb, tu yî mertalê me. - 12
 - Bila ji ber gunehê devê xwe, gotinên lêvên xwe,
Ji ber derew û lanet xwendina xwe,
Di quretiya xwe de bifetisin. - 13
 - Biqedîne, bi xezebê biqedîne, bila nemînin;
Bila bizanibin ku heta dawiya kujê erdê,
Serweriya Xwedê bi Aqûb re ye. - 14
 - Bila êvarê vegerin, wek seyan biewtin,
Û li bajêr bigerin. - 15
 - Ji bo xwarinê wê eware bigerin,
Têr nebin, wê şeveder bimînin. - 16
 - Herçî ez im, ezê ji hêza te re lavijan bêjim,
Serê siban, kerema te bînim ziman.
Çimkî tu yî birca min a bilind,
Di roja teng de bûyî stara min. - 17
 - Ey hêza min, ezê ji te re lavîjan bêjim,
Çimkî Xwedê bîrca min a bilind e, kerema min e. 

