Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Maskîla Asaf.
 - 1
 - Ey Xwedê, ji bo çi te em her û her berdan?
Çima hêrsa te, li hember miyên mêrga te pêt dide? - 2
 - Koma ku te ji berê ve kiribû ya xwe,
Ji bo ku ji te re mîras bimîne, rizgar ke,
Û Çiyayê Sîyonê yê ku tu lê rûniştî yî, bibîr bîne. - 3
 - Ber bi xirbên mayindar ve bimeşe,
Dijmin li dera pîroz her tişt xera kir. - 4
 - Dijminên te, li ciyê civata te kirin gurmîn,
Ji bo ku bibe nîşan, wan ala xwe li wê derê çikand. - 5
 - Wek ku bi biviran,
Têkevin dereke daristan. - 6
 - Û hemû nexşên wê,
Şikandin bi gerane û biviran. - 7
 - Agir berdan perestgeha te,
Warê navê te,
Kirin erdê û murdar kirin. - 8
 - Di dilê xwe de gotin, "Em hemûyî bipelçiqînin!"
Li welat hemû derên civata Xwedê hilweşandin. - 9
 - Hemû alên me çûne,
Êdî pêxember jî tunin,
Di nav me de kes nizane, ka heta çi wextê. - 10
 - Ey Xwedê, wê heta kîngê dijmin tinazên xwe bi te bike,
Ma wê her û her dijmin çêrî navê te bike? - 11
 - Çima tu destê xwe yê rastê şûn ve dikişînî?
Çima tu dest hilnaynî! - 12
 - Belê Xwedê, ji demên berê ve padîşahê min e,
Li rûyê erdê rizgarî bi wî ye. - 13
 - Te bi hêza xwe deryayê kir du şeq,
Serê cinawirên deryayê di nav avê de şikand. - 14
 - Te serên Levîethan şikand,
Te ew kir qutê yên ku li çolê dijîn. - 15
 - Te kanî û lehiyan rakir,
Çemên ku hergav diherikin ziwa kir. - 16
 - Roj ya te ye, şev jî ya te,
Roj û ronahî te amade kir. - 17
 - Hemû sînorên ser erdê te danîn,
Havîn û zivistan, te afirand. - 18
 - Bibîr bîne ya Xudan, dijmin tinaz bi te kir,
Miletekî bêaqil tinaz bi navê te kir. - 19
 - Nespêre cinawiran, canê kevoka xwe,
Tu car ji bîr neke, rewşa belengazên xwe. - 20
 - Tu bala xwe bide peymanê,
Çimkî derên tarî yên diyar,
Ji bo zordaran bûye cih û war. - 21
 - Bila yê neçar, şûn ve nezivire stûxwar,
Bila bindest û hejar, ji bo navê te bibin pesindar. - 22
 - Rabe ey Xwedê, doza xwe bibîne!
Tinazên, yê ku bêaqil tevahiya rojê bi te dike, bibîr bîne! - 23
 - Dengê dijminên xwe ji bîr neke,
Hergav bilind dibe, welwela yên ku li ber te rabûne! 

