Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, bi tembûrên bi têl, Zebûra Asaf, lavij. 
1
Li Cihûdayê Xwedê tê zanîn,
Li Îsraêlê navê wî bilind e;
2
Holika wî li Salemê ye,
Dera lê rûdinê li Sîyonê,
3
Wî li wê derê, tîrên bi agir,
Şûr û mertal, çekên şer şikand.
4
Yê ku berz e tu yî,
Tu ji çiyayên serfiraziyê rewnaqtir î.
5
Yên mêrxas hatin şêlandin,
Wan xewa xwe kir,
Yên herî hêzdar destê xwe nelebitandin.
6
Ey Xwedayê Aqûb, ji erzşikandina te,
Ereba cengê jî, hesp jî nîvmirî bûn.
7
Tu, tirsdar î! Tu!
Çaxê tu hêrs bibî, kî dîkare li ber te raweste?
8
Da ku tu xelas kî hemû bindestên dinê,
Ey Xwedê, gava ku te dest pê kir bi dadbarkirinê,
9
Biryara te ji ezmanan hat bihîstin,
Erd tirsiya û bêdeng ma.
10
Ya rast, xezeba mirov ji te re pesindan e,
Xezeba bermayî, ji bo te bêziyan e
11
Sozên xwe ji Xudan Xwedayê xwe re bi cih bînin,
Hemû yên li der û dora wî,
Bila ji yê tirsdar re diyariyan bînin.
12
Ew, ruhê serokan dişikîne,
Ji padîşahên dinê re tirsê tîne.