Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji bo şefê muzîkê, bi tembûrên bi têl, Zebûra Asaf, lavij.
- 1
- Li Cihûdayê Xwedê tê zanîn,
 Li Îsraêlê navê wî bilind e;
- 2
- Holika wî li Salemê ye,
 Dera lê rûdinê li Sîyonê,
- 3
- Wî li wê derê, tîrên bi agir,
 Şûr û mertal, çekên şer şikand.
- 4
- Yê ku berz e tu yî,
 Tu ji çiyayên serfiraziyê rewnaqtir î.
- 5
- Yên mêrxas hatin şêlandin,
 Wan xewa xwe kir,
 Yên herî hêzdar destê xwe nelebitandin.
- 6
- Ey Xwedayê Aqûb, ji erzşikandina te,
 Ereba cengê jî, hesp jî nîvmirî bûn.
- 7
- Tu, tirsdar î! Tu!
 Çaxê tu hêrs bibî, kî dîkare li ber te raweste?
- 8
- Da ku tu xelas kî hemû bindestên dinê,
 Ey Xwedê, gava ku te dest pê kir bi dadbarkirinê,
- 9
- Biryara te ji ezmanan hat bihîstin,
 Erd tirsiya û bêdeng ma.
- 10
- Ya rast, xezeba mirov ji te re pesindan e,
 Xezeba bermayî, ji bo te bêziyan e
- 11
- Sozên xwe ji Xudan Xwedayê xwe re bi cih bînin,
 Hemû yên li der û dora wî,
 Bila ji yê tirsdar re diyariyan bînin.
- 12
- Ew, ruhê serokan dişikîne,
 Ji padîşahên dinê re tirsê tîne.

