Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid a li ser Gîtîtê.
 - 1
 - Ey Serwerê me Xudan,
Çiqas mezin e navê te li erd û ezman!
Berziya te dagirtiye ezman. - 2
 - Te bi devê yên berşîr û zarokan,
Li pêş dijminên xwe çeper çêkirî,
Dengê neyar û yê ku heyfê distîne birî. - 3
 - Gava ku ez dinêrim li ezman,
Karê destê te, heyv û stêran, - 4
 - Hingê dipirsim ez ji xwe:
"Mirov çi ye ku tu wî bibîr bînî,
Kurê mirov çi ye ku tu wî bibînî?" - 5
 - Te ew piçekê ji xwe kêmtir afirand,
Bi taca berzî û rûmetê xemiland. - 6
 - Te ew li ser karên destê xwe kir serwer,
Her tişt kir bin lingê wî seranser: - 7
 - Pez û dewarên xwe,
Heywanên xwe yên çolê da ser. - 8
 - Teyrên ezman û masiyên behran,
Hemû giyandarên keviyên deryayan. - 9
 - Ey Serwerê me Xudan,
Çiqas mezin e navê te, li erd û ezman! 

