Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Lavij, Zebûra Asaf.
 - 1
 - Ey Xwedê, hiş nebe,
Bêdeng û bêtevger nemîne ey Xwedê! - 2
 - Binêre, dijminên te tevliheviyê dertînin,
Yên ku ji te nefret dikin, serî hiltînin. - 3
 - Li hember gelê te civînên hîlekar datînin,
Li hember yên ku tu diparêzî, şêwr dikin. - 4
 - Dibêjin, "Werin em wan tune bikin, bila nebin milet,
Bila êdî navê Îsraêlê neyê bibîranîn!" - 5
 - Hemûyan dilê xwe kirin yek, li hev şîret kirin,
Li hember te peyman çêkirin: - 6
 - Konên Edomê û Simaîliyan,
Moab û Haceriyan, - 7
 - Gebal, Ammon û Amalek,
Gelê Sûr û Filîstî, - 8
 - Aşûr jî bi wan re bû yek,
Hêz dan lawên Lûtiyan. - 9
 - Ya ku te bi Mîdyanê kir, bi wan jî bike,
Çawa ku te bi Sîsera û li newala Kîşonê bi Yabîn kir. - 10
 - Ew li Endorê helaq bûn,
Ji bo axê bûn hok. - 11
 - Esîlzadên wan, wek Oreb û Zeeb bike,
Ya ku te anî serê Zehab û Salmûna, bîne serê begên wan. - 12
 - Wan got, "Werin em mêrgên Xwedê,
Ji xwe re bikin milk." - 13
 - Ey Xwedayê min, tu wan wek babelîska tozê,
Wek kaya ber bayê bike! - 14
 - Wek pêta ku daristanê dişewitîne,
Wek alava ku çiyan digire, - 15
 - Bi bagera xwe bi pey wan bikeve,
Bi babelîska xwe wan têxe sawê! - 16
 - Ruyê wan bi şermê binixême,
Da ku li navê te bigerin ya Xudan. - 17
 - Bila her û her şerm bikin û şaş bimînin,
Bila tune bibin û rûswa bimînin. - 18
 - Da ku hîn bibin navê te Xudan e,
Li ser tevahiya dinê, tenê tu berz î. 

