Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Maskîla Hemanê Ezrahî.
- 1
- Ya Xudan, Xwedayê rizgariya min,
 Şeveroj, ez li ber te dikim hawar.
- 2
- Bila dua min bigihîje te,
 Tu goh bide hawara min.
- 3
- Çimkî ez ji tengahiyan têr bûm,
 Û jiyana min nêzikî diyarê miriyan bû.
- 4
- Ez bi yên di çala mirinê de têm jimartin,
 Wek zilamê bê alîkar im.
- 5
- Wek yê ku hatiye avêtin nav miriyan,
 Wek kuştiyê li gorê vezelandî,
 Wek wan ên ku êdî tu bibîr naynî,
 Wek wan ên ku ji destê te hatin birrîn.
- 6
- Te ez kirim çala herî kûr,
 Te ez avêtim tarî û kûrahiyan.
- 7
- Xezeba te bi ser min de hat,
 Û te bi hemû pêlan ez pelçiqandim.
- 8
- Te nasên min ji min dûr kir,
 Min li pêş wan mekrûh kir.
 Derî li ser min hat radan, da ku ez nerevim.
- 9
- Ji berketinê çavê min ditemirin,
 Her roj min bangî te kir, ya Xudan,
 Min destên xwe li ber te vekir.
- 10
- Ma tê nuwazeyên xwe nîşanî miriyan bidî?
 Ma wê siya miriyan rabe û pesnê te bide?
- 11
- Ma kerema te li gorê,
 Dilsoziya te li diyarê helaqê tê bihîstin?
- 12
- Ma harîqayên te di tariyê de,
 Qenciya te li diyarê jibîrkirinê tê zanîn?
- 13
- Belê min ya Xudan, min li te kir hawar,
 Û dua min a serê sibê digihîje tê.
- 14
- Tu çima min ji xwe davêjî, ya Xudan,
 Tu çima rûyê xwe ji min vedişêrî?
- 15
- Ez ketime, ji ciwaniya xwe ve li ber mirinê me,
 Min sawa te kişand, ez şaş mam.
- 16
- Xezeba te bi şid di ser min re derbas bû,
 Tirsa te ez qedandim.
- 17
- Tevahiya rojê wek avê dor li min pêçan,
 Û hemûyan bi hev re ez rapêçam.
- 18
- Te dost û hevalan ji min dûr kir,
 Nasên min jî di tariyê de ne.

