Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Maskîla Eytanê Ezrahî.
- 1
- Ezê kerema Xudan her û her bi stranan bêjim,
 Dilsoziya wî ji hemû nifşan re bi devê xwe bêjim.
- 2
- Ez dibêjim kerema te her û her ava ye,
 Dilsoziya te mayindar e, wek ezmana ye,
- 3
- Te got, "Min bi bijartiyê xwe re peyman danî,
 Ji evdê xwe Dawid re sond xwar:
- 4
- Ezê nîjada te her û her bihêlim,
 Û textê te ji bo her nifşî biparêzim."
- 5
- Ezman, pesnê harîqayên te didin ya Xudan,
 Di civata ezmaniyan de dilsoziya te, tê pesindan.
- 6
- Ma li ezman, kî ji Xudan re heval tê nîşandan?
 Di nav yên ezmanî de, kî heye wekî Xudan?
- 7
- Di civata ezmaniyan de ew Xwedêyek pirr bi heybet e,
 Ji hemû yên li der û dora xwe ew bêtir tirsdar e.
- 8
- Ya Xudan, Xwedayê ordiyan,
 Ma kî bi qasî te hêzdar e ya Xudan?
 Dilsoziya te, te dipêçe.
- 9
- Tu li pozbilindiya deryayê hukum dikî,
 Gava ku pêl radibin tu wan didî rawestan.
- 10
- Te Rahab, wek zilamekî kuştî pelçiqand,
 Bi hêza zendê xwe, dijminê xwe ji hev qetand.
- 11
- Ezman yên te ne, erd jî;
 Dinê û tijehiya wê, te ava kir.
- 12
- Bakûr û başûr te çêkir,
 Çiyayên Tabor û Hermon
 Bi navê te şa dibin.
- 13
- Milên te hêzdar in,
 Destê te xurt, destê te yê rastê bilind e.
- 14
- Bingeha textê te, dadperwerî û rastdarî ye,
 Kerem û dilsozî li pêş te rê ve diçin.
- 15
- Xwezî bi wî gelî ku dizane bi şahî biqîre!
 Û di ronahiya rûyê te de dimeşe, ya Xudan.
- 16
- Tevahiya rojê bi navê te şa dibin,
 Û bi rastdariya te bilind dibin.
- 17
- Çimkî tu berziya hêza wan î,
 Bi qenciya te, qiloçê me bilind dibe.
- 18
- Çimkî mertalê me, yê Xudan e,
 Padîşahê me jî, Yê Pîroz ê Îsraêlê ye.
- 19
- Hingê te ji peywirên xwe re,
 Bi xewnerojekê got:
 "Min alîkariya mêrxasekî kir,
 Di nav gel de yê bijartî bilind kir.
- 20
- Min evdê xwe Dawid dît,
 Bi rûnê xwe yê pîroz ew mesh* kir.
- 21
- Wê destê min bi wî re be,
 Milê min jî hêz bide wî.
- 22
- Wê dijmin ji wî nestîne bêş,
 Lawê xerabiyê wî biçûk neke.
- 23
- Ezê li pêş wî bişikînim dijminên wî,
 Ezê li wan xim, yên ku nefret dikin ji wî.
- 24
- Wê dilsozî û kerema min bi wî re be,
 Bi navê min hêza wî bilind bibe.
- 25
- Ezê destê wî deynim ser deryayê,
 Destê wî yê rastê deynim ser çeman.
- 26
- Ewê ji min re bêje, 'Bavê min tu yî,
 Tu Xwedayê min, zinarê rizgariya min î.'
- 27
- Ez jî, ezê wî bikim kurê xwe yê pêşî,
 Di nav padîşahên dinê de bikim yê herî bilind.
- 28
- Ezê her û her kerema xwe nîşanî wî bidim,
 Û peymana min her bi wî re be.
- 29
- Ezê nîjada wî her û her,
 Textê wî heta ku ezman hebe bihêlim.
- 30
- "Eger zarokên wî dev ji şerîeta min berdin,
 Û li gor dadbariyên min rêve neçin;
- 31
- Eger şerîeta min xera kin,
 Û emrên min negirin,
- 32
- Hingê ezê serhildanên wan bi dar,
 Sûcên wan bi lêdanê ceza bikim.
- 33
- Belê ez kerema xwe ji wî bi şûn de nastînim,
 Dilsoziya xwe li derewê venagerînim.
- 34
- Peymana xwe xera nakim,
 Ya ku ji lêvên min derketiye naguhêrim.
- 35
- Carekê, min li ser pîroziya xwe sond xwar,
 Ezê ji Dawid re derew nebêjim.
- 36
- Wê nîjada wî her û her bajo,
 Textê wî li pêş min wek rojê bimîne,
- 37
- Wek hîva ku her û her dimîne,
 Wê ezman wek şahidê dilsoz be."
- 38
- Belê te, dev jê berda û ji xwe avêt,
 Tu li yê xwe yê meshkirî* hatî xezebê.
- 39
- Te ji peymana xizmetkarê xwe nefret kir,
 Te taca wî bi axê qirêjî kir.
- 40
- Te hemû dîwarên wî xera kir,
 Wêran kir hemû kelehên wî.
- 41
- Hemû yên ku di rê de derbas dibin wî dişelînin,
 Di nav cîranên xwe de şermî bû ew.
- 42
- Te destê rastê yê dijminên wî ra kir,
 Te hemû dijminên wî şa kir.
- 43
- Te devê şûrê wî jî, werrivand,
 Û kir ku ew di şer de bişikê.
- 44
- Te dawî li rewnaqiya wî anî,
 Textê wî li bin gohê erdê danî.
- 45
- Te rojên xortaniya wî kurt kir,
 Ser wî bi şermê nixamt.
- 46
- Ma heta kîngê ya Xudan?
 Ma tê her û her veşêrî?
 Heta kîngê wê xezeba te wek agir bişewite?
- 47
- Jiyê min çiqas kurt e, bibîr bîne.
 Te ji bo çi tiştên vala, mirov afirandine!
- 48
- Yê ku jiyaye û mirin nedîtiye,
 Yê ku ji destê diyarê miriyan canê xwe xelas kiriye, kî ye?
- 49
- Ya Reb, li ku ma ew kerema te ya pêşî?
 Ya ku te bi dilsoziya xwe ji Dawid re sond xwaribû!
- 50
- Ya Reb, riswabûna evdên xwe bibîr bîne,
 Ez loma hemû miletan,
 Di dilê xwe de hildigirim.
- 51
- Dijminên te bi wê tinazên xwe kirin ya Xudan,
 Bi wê, bi şopên mesha* te tinazên xwe kirin.
- 52
- Xudan her û her pîroz be!
 Amîn û amîn.

