Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Dua zilamê Xwedê Mûsa ye.
 - 1
 - Ya Reb, tu ji me re star bûyî,
Hemû deman. - 2
 - Hê beriya ku çiya çêbin,
Hê beriya ku tu erdê û dinyayê biafirînî,
Ji bêdestpêkî heta bêdawîtiyê, tu Xwedê yî. - 3
 - Tu mirov dizivirînî axê,
Tu dibêjî, "Ey kurê mirov, bizivirin axê!" - 4
 - Çimkî di çavê te de hezar sal,
Wek do, derbas bûye.
Wek nobeta şevê ye. - 5
 - Tu wan dimalî û dibî, ew wek xewnewkê ne,
Ew wek giyayê serê sibê ne; - 6
 - Serê sibê kulîlk dide û mezin dibe,
Êvarê diçilmise û ziwa dibe. - 7
 - Em bi hêrsa te telef dibin,
Û bi xezeba te şeperze dibin. - 8
 - Te sûcên me danîn ber xwe,
Te gunehên me yên bi dizî danî ber roniya rûyê xwe. - 9
 - Hemû rojên me, bi xezeba te diborin,
Em wek hilmekê, diqedînin salên xwe. - 10
 - Rojên jiyana me heftê sal in,
Em bi sihet bin, belkî heştê sal;
Salên herî xweş, bi zehmet û bi keder,
Zûka derbas dibin û em jî, difirin û diçin. - 11
 - Kî bi hêza xezeba te dizane?
Çimkî xezeba te, bi qasî tirsa ji te ye. - 12
 - Loma tu, jimartina rojên me hînî me ke,
Da ku em dilekî şehreza bistînin. - 13
 - Jêgere ya Xudan! Ma wê heta kîngê hêrsa te bajo?
Li xizmetkarên xwe were rehmê! - 14
 - Serê sibê me bi kerema xwe têr bike,
Da ku em di hemû rojên xwe de şa û dilgeş bin. - 15
 - Bi qasî rojên ku te em kirin tengahiyê,
Li gor salên ku em di belayê de bûne,
Tu ewqasî me şa bike. - 16
 - Bila karê te ji xizmetkarên te re,
Rewnaqiya te li ser zarokên wan were dîtin. - 17
 - Bila qenciya Xwedê, Rebê me li ser me be.
Keda destê me, ji bo me berdar bike.
Erê, keda destê me berdar bike. 

