Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 91
- 1
- Yê ku, li stara Yê Herî Berz rûdinê,
 Wê di bin siya Karîndar de aram be.
- 2
- Ez ji bo Xudan dibêjim, "Ew birc û stara min e,
 Ew Xwedayê min e, ez bi wî ewle me."
- 3
- Çimkî ew, te ji dafika nêçîrvan,
 Ji nexweşîna ku dibe mirinê rizgar dike.
- 4
- Ew bi bazkên xwe te dinixême,
 Tu xwe davêjî bin milên wî.
 Dilsoziya wî dibe mertal û kozika te.
- 5
- Ne tu ji sawa şevê ditirsî,
 Ne jî ji tîrê ku bi roj difire.
- 6
- Ne ji nexweşîna ku di tariyê de digere,
 Ne jî ji xerakirina ku navê rojê tune dike.
- 7
- Li ba te hezar,
 Li milê te yê rastê deh hezar bikevin jî,
 Lê ew nêzikî te nabe.
- 8
- Tu tenê bi çavê xwe dinêrî,
 Û cezayê xeraban dibînî.
- 9
- Bi rastî ya Xudan, tu stara min î.
 Te, Yê Herî Berz ji xwe re kir cî û war,
- 10
- Wê xerabî dest nede te,
 Nexweşîn neyê nêzikî konê te.
- 11
- Da ku di hemû riyên te de, te biparêzin,
 Wê ji bo te, emir li milyaketên xwe bike.
- 12
- Ji bo ku lingê te li kevirekî nekeve,
 Wê li ser destê xwe, te hilgirin.
- 13
- Tê pê li şêr û koremar bikî û biborî,
 Tê şêrê ciwan û marê ziya bipelçiqînî.
- 14
- "Ji ber ku ji min hez kir, ezê wî xelas kim,
 Ezê wî biparêzim, çimkî navê min nas kir.
- 15
- Ewê bangî min bike, ezê wî bibersivînim,
 Di tengahiyê de li ba wî bimînim,
 Ezê wî azad kim, berziyê jê re bînim.
- 16
- Ezê wî bi jiyê dirêj têr kim,
 Nîşanî wî bidim, rizgarkirina xwe."

