Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 93
- 1
- Xudan serweriyê dajo, bi rewnaqî rapêçandî,
 Hêzê li xwe kiriye, bi hêzê rapêçandî.
 Dinya zexim hatiye avakirin, naleqe.
- 2
- Textê te, ji demên kevin ve hatiye avakirin,
 Tu ji beriya destpêkê ve heyî.
- 3
- Lehî radibin, ya Xudan,
 Lehî bi rabûna xwe dikin gurmîn,
 Lehî pêlên xwe bilind dikin.
- 4
- Xudanê li jor,
 Ji gurmîna avên mezin,
 Ji pêlên deryayê yên har hêzdartir e.
- 5
- Şîretên te pirr dilsoz in;
 Her û her ya Xudan,
 Pîrozî bi mala te dikeve.

