Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 95
 - 1
 - Werin em bi şahî bang bikin Xudan,
Ji zinarê rizgariya xwe re bi şahî bikin qêrîn, - 2
 - Em bi spasî derkevin pêşberî wî,
Em lavijên şahiyê bêjin ji bo wî! - 3
 - Çimkî Xudan, Xwedayekî mezin e,
Di ser hemû îlahan de ew padîşahê mezin e. - 4
 - Derên kûr ên erdê di destê wî de ne,
Bendavên çiya jî yên wî ne. - 5
 - Derya ya wî ye, çimkî wî afirandiye,
Erd jî bi destê wî çêbûye. - 6
 - Werin em biperizinê û şa bibin,
Li pêş Xudanê ku em afirandine herin ser çokan. - 7
 - Çimkî ew Xwedayê me ye,
Û em jî gelê mêrga wî,
Miyên ber destê wî ne.
Xwezî we îro dengê wî bibihîzta, - 8
 - Wek li Merîbayê û wek roja Massayê li çolê,
Dilê xwe hişk nekin. - 9
 - Li wir bav û kalên we, di gel ku karên min dîtin,
Wan ez sihêtî kirim û ez ceribandim. - 10
 - Çil salan min derdê wî nifşî kişand,
Min got, "Ev miletek dilşaşbûyî ye,
Wan bi riyên min nizanibûn." - 11
 - Loma min bi hêrs sond xwar:
"Ewê nekevin rihetiya min." 

