Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr.
 - 1
 - Ji Xudan re lavijek nû bixwînin,
Çimkî wî karên nedîtî kir,
Wî bi destê xwe yê rastê û zendê xwe yê pîroz serketin anî. - 2
 - Xudan rizgarkirina xwe da bihîstin,
Rastdariya xwe li pêş çavê miletan nîşan da. - 3
 - Hezkirin û dilsoziya xwe ya,
Ji gelê Îsraêlê re bibîr anî;
Çaraliyên dinê, rizgarkirina Xwedayê me dît. - 4
 - Ey tevahiya dinê, ji bo Xudan bi şahî biqîrin!
Bi lavijên şahiyê, erd û ezman rakin ser lingan! - 5
 - Bi lîrê spas bikin ji bo Xudan,
Bi çengê û dengê xweş bidin spasiyan! - 6
 - Bi zirnê û bi dengê boriyan,
Li pêş Xudanê ku padîşah e, bi şahî biqîrin. - 7
 - Bila derya û tijebûna wê,
Dinya û yên lê rûdinên biqîrin. - 8
 - Bila çem, li çepikan xin,
Çiya bi hev re, bi şahî biqîrin li pêş Xudan. - 9
 - Çimkî ew tê,
Da ku dadbar bike dinê bi edaletê,
Ewê gelan, bi rastiyê dadbar bike. 

